10:32 24 Hezîran 2018
Idris Baluken

Baluken bertek nîşanî erêkirin cizayê xwe da: Dê weke deqeke reş di dîrokê de cih bigire

© Foto : HDP.org.tr
Tirkiye
Lînkê kurt
0 0 0

Parlementerê HDPê yê Amedê û namzedê parlementeriyê yê Batmanê Idris Baluken bertek nîşanî erêkirina cizayê xwe da. Baluken "Ev biryar di nava pelên dîrokê de dê weke deqeke reş cihê xwe bigire."

Idris Baluken bertek nîşanî erêkirina 16 sal û 8 meh cizayê di derbarê wî de hat dayîn, da û got, "Biryara dadgehê ya di derheqê min de, bi dema xwe û encama xwe gelek watedar e. Di hemû pêvajoyên derbarê min de ne krîterên destûrî bes yên siyasî encam hatine dayîn. Hêj ku di ser nîşandana min a namzediyê re 24 saet dem derbas nebûye, bi awayekî derqanûnî ku nayê îzahkirin biryarek hatiye derxistin. Piştî ku lîsteyên teqez bo YSKê hatin teslîmkirin bi lez û bez biryarek dane. Ev biryar di nava pelên dîrokê de dê weke deqeke reş cihê xwe bigire."

Bi heman mijarî:

Cizayê Baluken hat erêkirin, dê li şûna wî namzetekî din were nîşandan
Idris Baluken ji girtîgehê peyamek şand
HDPê derbarê cezakirina Baluken de daxuyanî da
16 sal û 8 meh cezayê girtîgehê li Baluken hate birîn
Baluken: Ez û misteşarê MÎTê bi hev re beşdarî civîna xweseriyê bûn
Idris Baluken hat girtin
Baluken di doza ku 3.5 sal cezayê hepsê dihat xwestin de beraet kir
Etîketan:
Namzedê HDPê, Bertek, Sizadan, HDPê, HDP, Idris Baluken, Tirkiye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de