16:58 23 Hezîran 2018
Selahattin Demirtaş

Parêzerê Demirtaş ji bo tehliyeyê serî li DDB dide

© Foto : HDP
Tirkiye
Lînkê kurt
0 0 0

Parêzerê namzedê HDPê yê serokomariyê Selahattin Demirtaş ku girtiye Mahsuni Karaman ji bo tehliyeyê serî li Dadgeha Destûra Bingehîn a Tirkyeyê (DDB) dide.

Dadgeha Cezaya Giran a 20emîn a Enqereyê biryara tehliyeya namzedê HDP yê serokomarî ya Demirtaş ku Dadgeha Cezaya Giran a 19emîn dabû red kir.

Parêzerê Demirtaş Mahsuni Karaman bertek nîşanî biryarê da û got: "Di dosyayê de tu delîlên ku were reşkirin tuneye. Hemû delîl, axaftin û belge hatine tomarkirin."

Karaman di berdewamiya axaftina xwe de got: "Muwekilê min jixwe li pişt hemû beyanê xwe ye. Delîleke din jî tweeta ku ji aliyê HDPê ve hatiye avêtin. Ew jî serastkirî ye û ji aliyê HDPê ve hatiye erêkirin. Eger bibe îro em ê serî li Dadgeha Destûra Bingehîn bidin. Destûra dadgehê heye ku di nava çend rojan de biryarê bide. Em hêvî dikin vê bike û roniyekê li ber rewşa siyasî veke."

Bi heman mijarî:

Demirtaş: Meheke din sebir bikin û ji bo desthilateke demokratîktir deng bidin
Demirtaş bo sansura medyayê: Em heqê xwe helal nakin
‘Demirtaş behsa nêrîn û projeyên xwe kir, ez qanî bûm'
Demirtaş ji namzedên HDPê re peyamek şand
Parêzeran îtîrazî biryara dijî berdana Demirtaş kirin
Îhtîmala ku Demirtaş îro were berdan heye gelo?
Etîketan:
HDP, Selahattin Demirtaş, Tirkiye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de