15:47 19 Hezîran 2018
YSK - Hilbijartinên Tirkiyeyê

Lêkolîneke nû ya encamên hilbijartinên Tirkiyê: Kîjan namzed çiqas dengan distîne?

© Foto : Malpera Fermî ya YSKê
Tirkiye
Lînkê kurt
0 0 0

Li gor lêkolîna rapirsiyan a kompaniya Mediarê di hilbijartinên 24ê Hezîranê yên serokomarî û parlamentoya Tirkiyeyê de encamên balkêş derketin holê.

Encamên anketan diyar dikin ku di hilbijartinên serokomariyê de serokomarê niha yê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan bi rêjeya 43,50%ê dibe yekemîn, namzedê CHPê Muharrem Înce bi rêjeya 22,20%î dibe duyem, namzeda IYI Partiyê Meral Akşener bi rêjeya 19,31%î dibe sêyemîn û namzedê HDPê Selahattîn Demirtaş jî bi rêjeya 12,79%ê dengan dibe çaremîn.

Li gor van encaman di gera yekemîn a hilbijartinên serokomariyê de ti kes nayê hilbijartin û Erdogan û Înce di gera duyem de dikevin pêşbirka posta serokomariyê.

Herwiha li gor heman lêkolînê rêjeya dengên partiyan jî wiha ye:

AK Partî: 39.61%, CHP: 22.61%, IYI Partî: 17.60%, HDP: 11.39% û MHP jî 5.31%ê dengan distîne.

Bi heman mijarî:

Li Amedê li 23 gund û 42 mezreyan qedexe hat ragihandin
Namzedê CHPê Înce: Navê wê meseleya Kurd e, cihê çareseriyê jî parlamento ye
Li Xîzanê cenazeyê şivanê ku brûsk lê ketibû li ser pişta kerê gihandin gund
'Artêşa Tirkiyê derketiye ser çiyayê herî bilind ê Bradostê'
Demirtaş bo sansura medyayê: Em heqê xwe helal nakin
Pergalên parastina hewayî ya Sûriyeyê êrîşeke moşekan têk bir
Kosaçev: Biryara Trump a taloqkirina hevdîtina Koreya Bakur derbe li îstiqrarê da
Li Efrînê di navbera 2 grubên ASAyê de şer derket
Etîketan:
Hilbijartinên 24ê Hezîranê, Hilbijartin, Tirkiye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de