01:27 23 Hezîran 2018
Qedexeya derketina derve, rewşa awarte, tanka leşkerî

Li Amedê li 23 gund û 42 mezreyan qedexe hat ragihandin

© AP Photo /
Tirkiye
Lînkê kurt
0 0 0

Li Amedê bi hinceta ku operasyona leşkerî li hemberî PKKê hatiye destpêkirin li navçeyên Licê û Hanê qedexeya derketina derve bo hemwelatiyan hat ragihandin.

Parêzgariya Amedê bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku li gor qanûna 5442 ya îdareya bajaran û madeyên girêdayî wê, bi sedema parastina can û malê hemwelatiyan qedexe hatiye ragihandin.

Li gor daxuyaniyê qedexe li 23 gund û 42 mezreyên navçeyên Licê û Hanê hatiye ragihandin ku qedexeyê îşev 24ê Gulanê li saet 21:00ê şevê destpê kiriye.

Derbarê dawîbûna qedexeyê de parêzgariyê ti daxuyanek neda.

Bi heman mijarî:

'Artêşa Tirkiyê derketiye ser çiyayê herî bilind ê Bradostê'
Demirtaş bo sansura medyayê: Em heqê xwe helal nakin
Pergalên parastina hewayî ya Sûriyeyê êrîşeke moşekan têk bir
Kosaçev: Biryara Trump a taloqkirina hevdîtina Koreya Bakur derbe li îstiqrarê da
Li Efrînê di navbera 2 grubên ASAyê de şer derket
Leşkerên amerîkî yên moşekên nukleerî diparêzin tilyakê bikar tînin
Tevgera Goranê Parlamentoya Iraqê boykot dike
Etîketan:
Hane, Qedexe, Lice, Amed, Tirkiye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de