06:58 22 Hezîran 2018
Muharrem İnce

Namzedê CHPê Înce: Navê wê meseleya Kurd e, cihê çareseriyê jî parlamento ye

© REUTERS / Ümit Bektaş
Tirkiye
Lînkê kurt
Tirkiye diçe hilbijartinên pêşwext (181)
0 20

Namzedê hilbijartinên serokomariya Tirkiyeyê yê hilbijartinên 24ê Hezîranê yê Partiya Komariya Gel (CHP) Muharrem Înce li ser pirsa rojnamevanan a derbarê daxwazî û hêvîyên kurdan nêrîna xwe eşkere kir.

Muharrem Înce beşdarî bernameya CNNTurkê bû û li ser pirsên rojnamevanan behsa projeyên xwe yên piştî hilbijartina serokomariyê kir.

'NAVÊ WÊ MESELEYA KURD E, MESELEYEKE EHLAQÎ YE'

Înce li ser pirsa daxwazî û hêviyan kurdan ji dewleta Tirkiyeyê got, ‘Navê wê meseleya Kurd e. Meseleyeke ehlaqî ye. Aliyên wê yên siyasî, civakî û aborî hene."

'CIHÊ ÇARESERIYÊ PARLAMENTO YE'

Namzedê CHPê destnîşan kir kir ku cihê çareseriya pirsa Kurd wê parlamento be û li ser mafê perwerdeya ziman jî got, "Pêşî em ê zimanê fermî yê tirkî fêr bikin û piştre jî zimanên din mafên wan e. Em ê hemû zimanên cîhanê bi wan bidin fêrikirin. Em ê wan bikin hemwelatiyên dinyayê."

 

Mijar:
Tirkiye diçe hilbijartinên pêşwext (181)
Etîketan:
Muharrem İnce, CHP, Hilbijartin, Tirkiye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de