06:59 22 Hezîran 2018
Hevserokê HDPê Selahattîn Demirtaş

Demirtaş bo sansura medyayê: Em heqê xwe helal nakin

© AP Photo /
Tirkiye
Lînkê kurt
Tirkiye diçe hilbijartinên pêşwext (181)
0 30

Namzedê hilbijartinên serokomariyê yê HDPê Selahattîn Demirtaş li ser sansura medyayê ya li ser wî daxuyanî da û got, “Heqê xwe helal nakim.”

Demirtaş li ser hesabê twitterê televizyonên tirk ên cnnturk, habertuk, ntv û trt nîşan kir û bêdadiya ku li hember wî tê kirin rexne kir.

​Demirtaş got, "Erê me TRT fahm kir, lê hûn kanalên taybet jî dema nûçeyên HDP û Demirtaş didin ji hikûmetê hişyariyê distînin? Gelo hûn hay jê hene ku bi tunehesibandina me bê edaletiya hilbijartinê bi carî zêde dikin?"

​Demirtaş ji bo TRTyê jî bi bîr xist ku ew bi baca hemwelatiyan tê birêvebirin, lê tenê propagandaya yek partiyê dike û got, "Em heqê xwe li wan rêveberên ku heqê evdan dixwin û TRT kirina amûra propagandaya xwe helal nakin. Aliyê sûc ê meselê jî bawer dikim dê rojekê darazeke dadwerî eleqedar bibe."

Namzedê HDPê herwiha ji televizyona NTVyê jî bi henekî got, "Teqez haya we jê nîne ku Demirtaş û HDP jî dikevin hilbijartinan. Ger haya we jê hebûya bawerim we yê jî cih bidana HDPyan di bernameyên hilbijartinê de. Niha min got bila haya we jê çêbibe êdî."

Mijar:
Tirkiye diçe hilbijartinên pêşwext (181)

Bi heman mijarî:

Pergalên parastina hewayî ya Sûriyeyê êrîşeke moşekan têk bir
Kosaçev: Biryara Trump a taloqkirina hevdîtina Koreya Bakur derbe li îstiqrarê da
Li Efrînê di navbera 2 grubên ASAyê de şer derket
Tevgera Goranê Parlamentoya Iraqê boykot dike
Amerîka: Em bi awayekî dîplomatîk fişarê li Tirkiyeyê dikin
Wê 372 çavdêrên ewropî hilbijartinên 24ê Hezîranê bişopînin
Etîketan:
Demirtaş, Hilbijartin, Tirkiye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de