04:21 22 Hezîran 2018
Nûnerê Taybet ê Serokatiya Rûsyayê Aleksandr Lavrentyev

Şanda rûsî piştî hevdîtina bi Beşar Esad re, derbasî Tirkiyeyê bû

© AP Photo / Sergey Grits
Tirkiye
Lînkê kurt
0 0 0

Nûnerê Taybet ê Serokê Rûsyayê li Sûriyeyê Aleksandr Lavrentyev û Serokê Daîreya Rojhilata Navîn û Afrîkaya Bakur ê Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê Sergey Verşin li Şamê bi Serokê Dewleta Sûriyeyê Beşar Esad re civiya û paşê jî derbasî Enqereyê bûn.

Li gorî daxuyaniya Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê Lavrentyev û Verşinin, li Enqereyê bi Cîgirê Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Sedat Onal û Berdevkê Serokomariya Tirkiyeyê Ibrahim Kalin re civiya.

Aliyên herdu welatan di civînê de behsa geşedanên li Sûriyeyê kir û li ser pêvajoya çareseriya siyasî ya pirsgirêka Sûriyeyê ya li gorî biryara bi hejmara 2254 a Konseya Ewlekariyê ya NY rawestiyan.

Şanda rûsî ya bi serokatiya Lavrentyev duhî li Şamê bi Serokê Dewleta Sûriyeyê Beşar Esad re civiyabû. Esad di civînê de ji bo şanda rûsî gotibû, nabe ku piştgiriya hinek dewletan a ji bo terorê were qebûlkirin.

Bi heman mijarî:

Heddad: Divê Amerîka û Tirkiye ji nav axa Sûriyeyê derkevin
‘Belçîkiyan alîkariya milîtanên li Iraq û Sûriyeyê kir’
Rudskoy: Operasyona Artêşa Sûriyeyê ya rizgarkirina çoltera Şamê bi dawî bû
Rûsya: Li Sûriyeyê depoyên çekên aîdî NATOyê yên milîtanan hatin bidestxistin
Îsraîl: Sîstema hewayî ya Sûriyeyê bi 100 moşekî bersiva balafirên me da
'Dewletên rojavayî HSDê dikin alternatîva dewleta Sûriyeyê'
Etîketan:
hevdîtin, Nûnerê Taybet ê Serokê Rûsyayê li Sûriyeyê, Sergey Verşinin, Aleksandr Lavrentyev, Enqere
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de