20:31 20 Hezîran 2018
Jinên kurd bi cil û bergên kurdî

Di daxuyannameya AKPê de kurd tune ne

© AP Photo / File
Tirkiye
Lînkê kurt
0 01

Li Tirkiyê her dema ku hilbijartin tên lidarxistin, Kurd û mafên wan dibin mijara sereke ya hemû partiyan, lê di daxuyannameya partiya desthilatdar AKPê de ku bi Partiya Tevgera Neteweperest (MHP) re tifaq danî, kurdan cih negirt.

Daxuyannameya AKPê ji aliyê serokomar û serokê AKPê Recep Tayyip Erdogan ve hat eşkerekirin. Di daxuyannameya AKPê de pirsgirêkên kurdan û çareseriya mijara kurd cih negirt. Di danasîna parlamenteran û daxuyannameya hilbijartina 24ê Pûşberê de serokomar û serokê AKPê Recep Tayyip Erdogan axivî.

HELWESTA DENGDÊRÊN KURD TÊN MERAQKIRIN

Herwiha Erdogan bi mijar mijar pirsgirêkên Tirkiyeyê vegotin lê ti carî gotin neanî ser kurdan ku sernavek jî di derbarê pirsgirêka kurd de di daxuyannameya AKPê de cih negirt. Erdogan bi piranî li ser pêşvebirina Tirkiyeyê sekinî û kesên cudaxwaz ku li dijî Tirkiyeyê têdikoşin ji guhdaran re vegot. Herwiha kurdên ku di daxuyannameya partiya deshilatdar de cih negirtin, di her hilbijartinê de wek diyarkerên hilbijartinan tên qebûlkirin ku helwesta wan ya di hilbijartina 24ê Pûşberê de ji niha de tê meraqkirin.

'DI NÎHAYETÊ DE RASTIYEK HEYE, JI KIRDAN DENGAN WERDIGRIN'

Ji aliyê din ve nivîskar, akademîsyen û şîrovekarê siyasî Umit Firat rewşa dawî ya hilbijartinê û lîsteya namzedan a partiyên siyasî yên Tirkiyeyê, ji ajansa Spûtnîk Kurdistanê re şîrove kir û polîtîkaya AKPê ya kurdan rexne kir. Firat destnîşan kir ku dema em li polîtîkaya AKPê temaşe dikin, hevkariya wê ya bi partiyên tifaqê re tîne ber çavan, di rastiyê de ketina hilbijartinê ya bajarê kurdan bixwe jî tiştekî şaş û deraqilî ye, lê di nihayetê de rastiyeke din jî heye ku ji kurdan dengan werdigre, di nava AKPê de berê çend kesên populer ku dihatin naskirin û diketin parlamentoyê hebûn, êdî ew jî çûn, çimkî hewceyî pê nema.

Bi heman mijarî:

'Erdogan qumara siyasî lîst ev jî bû sedema zêdebûna bihayê dolar'
Ji MHPê bo Erdogan: Mudaxeleya polîtîkaya pereyan neke
Erdogan û Hakan Fidan civiyan
Erdogan: Me ji namzedên parlamenteriyê teahudek nivîskî xwest
Etîketan:
parlamenter, daxuyanname, hilbijartin, Umit Firat, Tirkiye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de