09:10 18 Hezîran 2018
Lîga UEFA Ewropa-Lîga Şampiyonan

Fînala Lîga Şampiyonan a 2020an dê li Stenbolê bê lîstin

© Sputnik / Stefan Wermuth
Tirkiye
Lînkê kurt
0 02

Hat ragihandin ku pêşbirka fînala Kûpaya Lîga Şampiyonan a sala 2020an dê li stada Olîmpiyata Ataturk a bajarê Stenbola bê lîstin.

Pêşbirka fînala Lîga Şampiyonan piştî 15 salan dê cardin li Stenbolê bê lîstin. Pêşbirka fînala sala 2005an a di navbera Liverpool û Milanê cardin li heman bajarî û stadê hatibû lîstin. ​Stada Olîmpiyata Ataturk ji bo pêşbirka fînala Lîga Şampiyonan bi stada Estadio da Luzê ya li Lizbonê re ketibû pêşbaziyê.

Herwiha Komîteya Îcraya UEFAyê fînala Lîga Şampiyonan da Stada Olîmpiyata Ataturk a bajarê Stenbolê.

​Li heman stadê di sala 2005an de pêşbirka fînalê ya lîga şampiyonan a di navbera Liverpool û Milanê de hatibû lîstin. Milana ku nîva ewil a têkoşînê 3-0 serkeftî qedandibû di nîva duyem de li dijî reqîbê xwe serî tewandibû û Milanê skor kiribû 3-3, pêşbirk bi demên dirêjkirinê ve berdewam kiribû.

Di encama avêtina penaltiyan de liverpool reqîbê xwe 3-2 têkbiribû û bibû xwediyê kûpayê.

Bi heman mijarî:

Di Lîga Şampiyonan de pêşbirkên fînala çaryekê diyar bûn
Etîketan:
fînal, lîga şampiyonan, kûpa, fitbol, UEFA, Tirkiye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de