13:32 23 Hezîran 2018
Selahattin Demirtaş / HDP

Berdana Demirtaş careke din hat redkirin

© Sputnik / Sertaç Kayar
Tirkiye
Lînkê kurt
Tirkiye diçe hilbijartinên pêşwext (186)
0 03

Hat ragihandin ku daxwaza berdana namzedê Serokomariya Tirkiyê yê HDPê Selahattin Demirtaş ji aliyê dadgeha jor ve jî hatiye redkirin.

Dadgeha 19emîn a Cizayê Giran a Enqerê daxwaza berdan namzedê HDPê Demirtaş redkiribû. Parêzerên Demirtaşji îtîrazî vê biryarê kiribûn û serî li dadgehê jortir dabûn lê hat diyarkirin ku dadgeha jor jî ev îtîraz red kiriye.

Dadgehê amaje kiribû ku berdana bi mercê kontrola edlî dê kêm bimîne û ev daxwaz jî hat redkirin. Li ser vê rûdanên parêzerên Demirtaşî bi daxwaznamekê serî li dadgeheke jortir dabun.

Hêjayî gotinê ye ku namzedê Serokomariya Tirkiyê yê HDPyî Selahattin Demirtaş bi 'birêveberin û propagandaya rêxistinê' tê tohmetbarkirin, ji 4ê Mjdara 2016an ve girtî ye. Demirtaş bangeşya xwe ya hilbijartinê ji girtîgehê bi rê ve dibe. Demirtaş bi rêya parêzerên xwe û partiya xwe bi peyaman dengê xwe digihînê hilbijêrên xwe.

Mijar:
Tirkiye diçe hilbijartinên pêşwext (186)

Bi heman mijarî:

‘Demirtaş behsa nêrîn û projeyên xwe kir, ez qanî bûm'
Demirtaş ji namzedên HDPê re peyamek şand
Parêzeran îtîrazî biryara dijî berdana Demirtaş kirin
Pervîn Buldan: Serlêdana tehliyekirina Demirtaş hat redkirin, wê gelê me wî tehliye bike
Îhtîmala ku Demirtaş îro were berdan heye gelo?
Etîketan:
Daraz, Berdan, Dad, Hilbijartin, HDP, Selahattin Demirtaş, Tirkiya, Tirkiye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de