03:27 18 Hezîran 2018
Şervana YPGê YPG = YPG

Twitterê vîdeoyeke YPGê li Tirkiyeyê asteng kir

© AFP 2018 / BULENT KILIC
Tirkiye
Lînkê kurt
0 01

Rojnamevanê holendî Wladimir van Wilgenburg ragihand ku Twitterê li ser daxwaza dadgehê li Tirkiyeyê tweeteke wî ku vîdeoyeke YPGê tê de ye, asteng kiriye.

Wladimir li ser hesabê xwe yê Twitterê wêneyê hişyariya ku Twitterê jê re şandiye weşand.

Di wan wêneyan de Twitterê nivîsiye ku "wan gilî/fermaneke dadgehê (pêvek û kopî li jêrê ye)têkilidarî hesabê te(yê Wladimir) werigrtiye."

Li gorî wan wêneyan, Twitterê di berdewamiyêde gotiye ku dê van tweetan li Tirkiyeyê asteng bike û sedema wê jî "qanûn û polîtîkaya xwe" nîşan didin.

​Rojnamevanê holendî diyar kir ku yek ji tweetên wî yên hatine astengkirin, tweetek e ku şerê YPGê li Efrînê nîşan dide.

Hêjayî gotinê ye ku Sputnik Kurdistanê ew agahiyan rojnamevanê holendî piştrast kir û ew vîdeo li Tirkiyeyê hatiye qedexekirin û hişyariyeke wiha derdikeve: "Ji ber daxwazeke qanûnî, ev tweeta Wladimir li vî welatî(Tirkiye) hatiye qedexekirin."

Bi heman mijarî:

HSD: Hevpeymaniyê soz daye ku herêmên me ji Tirkiyeyê biparêze
Neteweyên Yekbûyî ji bo hilbijartinan bang li Tirkiyeyê kir
Li DYAyê derheqê Tirkiyeyê de doz hat vekirin
Sûdan û Tirkiyeyê li ser cîbicîkirina peymanan li hev kir: Erdogan û Beşîr dicivin
126 parlamenter li Tirkiyeyê bi darizandinê ve rûbirû ne
Etîketan:
YPG, Wladimir van Wilgenburg, Efrîn, Tirkiye, Holenda
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de