22:25 18 Hezîran 2018
Polîs, serdegirtin, binçavkirin

Polîsan li Mûşê gule reşandin: Zarokek bi giranî birîndar bû

© REUTERS / Sertac Kayar
Tirkiye
Lînkê kurt
0 0 0

Li bajarê Mûşê ji wsayiteke zirxî ya polîsan gule hatin reşandin û di encamê de zarokekî 7 salî ji sînga xwe 2 gule xwar. Hat ragihandin ku rewşa zarokî giran e. Herwisa xelkê ku xwest li hemberî bûyerê nerazîbûna xwe nîşan bide, rastî êrîşa polîsan hat.

Li gorî agahiyên li ser medyaya civakî belav bûn, li bajarê Mûşê ji wesayiteke zirxî ya polîsan gule hatin reşandin û di encamê de 2 gule li sînga zarokekî 7 salî ketin. Hat diyarkirin ku ew zarokê biçûk bi giranî birîndar bûye û parêzgeriya bajêr derbarê bûyerê de ti daxuyanî jî nedaye.

Li gorî vîdeoyeke hat belavkirin jî tê dîtin ku xelkê bajêr ji bo ku nerazîbûnê nîşanê bûyerê bide, daketin kolanan lê polîsan bi awayekî tund bi xaza îsotan êrîşê xelkê dike. Herwisa hat gotin ku ew wesayita zirxî ya gule jê hat reşandin jî di dîmenên vîdeoyê de tê xuya.

Bi heman mijarî:

Polîs êrîşî çalakvanan kir: 12 kes mirin
Milîtanan li Dantewadayê êrişî polîsan kir: 6 polîs hatin kuştin û yek jî birîndar bû
DAIŞê li Kerkûkê êrişî Heşda Şeibî û polîsan kir: 4 jê polîs 6 kuştî û 2 birîndar
Li Hatayê gule bi ser polîsan de reşandin: 2 polîs birîndar bûn
Polîs li dibistanê gule reşand ser mamosteyan
Etîketan:
birîndarbûn, polîs, gulebaran, zarok, Mûş
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de