21:17 24 Hezîran 2018
Welatî - Xelk

Firat: AKP bi partiyên faşîst re tifaq kiriye û dimeşe

© Sputnik / Sertaç Kayar
Tirkiye
Lînkê kurt
Abdulhakim Günaydın
0 02

Nivîskar, akademîsyen û şîrovekarê şîrove siyasî Umit Firat rewşa dawî ya hilbijartinên Tirkiyeyê û namzedan ji ajansa Spûtnîk Kurdistanê re şîrove kir.

Nivîskar Umit Firat di axaftina xwe de polîtîkaya AKPê ya kurdan rexne kir û got: "Dema niha em li polîtîkaya AKPê temaşe dikin, hevkariya wê bi partiyên tifaqê re tînin ber çav di rastiyê de ketina hilbijartinê ya bajarê kurdan bixwe jî tiştekî şaş û deraqilî ye, lê di nihayetê de rastiyeke din jî heye ku ji kurdan dengan werdigre. Di nava AKPê de berê çend kesên populer ku dihatin naskirin û diketin parlamentoyê hebûn, êdî ew jî çû çimkî hewceyî pê nema."

‘NIHA BI PARTIYÊN FAŞÎST RE TIFAQ KIRIYE Û DIMEŞE'

Şîrovekarê siyasî Umit Firat di axaftina xwe de got: "Yanî dema Cîgirê Serokê AKPê yê berpirsên siyasî Mir Dengir Firat bû yanî kesek kurd bû jî nayê bîra min ku Recep Tayyip Erdogan di meseleya kurdan de tiştek ji wan pirsiye û min ji wan tiştek nebihîstiye. Li gor Erdogan hewceyî bi ketina kurdan a parlamentoyê nemaye. Ya duyemîn, Erdogan ji vir pêve di dewra nû de wê îcraeta xwe bi rêya hikûmetê bide nîşandan, wê zêde bi ketina kurdan a parlamentoyê re eleqedar nebe. Jixwe ev polîtîkaya xwe bi heval û mutefiqen xwe yên nû re eşkere kiriye. Niha bi du partiyên faşîst re tifaq kiriye û dimeşe. Yek ji wan BBP û ya din jî MHP ye. Dibe niha ev ji hev cuda bin, lê kevneşopa yek e. Lewma di vir de ez tiştekî ecêb û nenormal nabînim. Ev şaşî jî îspat bû ku kesên digotin divê ji partiya Erdogan hinek kurdên populer têkevin parlamentoyê."

‘HDP TI CARÎ GUH NADE ALÎGIR Û DILDARÊN XWE'

Umit Firat di berdewamiya axaftina xwe ji bo namzedên HDPê û benda hilibijartinê got: "Xeta HDPê heta niha bi navên cuda gelek caran ketiye hilbijartinan. Dema HADEPê rewş cuda bû, lê HDP ji sala 2002an ve di meseleya namzed nîşandanê de tam bêîsabet e. Eger HDP dengan werdigre ji ber meseleya kesên bi ehlaq, wefa, dilsoz û sekna neteweyî ye. Di kevneşopiya vê partiyê de bi awayekî rast û bi îsabet ti carî namzed nehatin nîşandan û min zanibû dê vê carê jî ev wiha bibe, çimkî berî namzed werin diyarkirin min di nivîsa xwe ya ku malpereke Kurdî de dinivîsim gotibû. Ez bi xwe vê meraq nakim. Ji ber ku ti carî guh nade alîgir û dildarên xwe yên li kolanê. Mesele radibe kesekî ku heqaret li serokekî kurd kiriye û dijmintiya Kurdistanê dike ji Wanê namzed nîşan dide. Dev ji namzed nîşandanê berde ew kirin hevserokê partiyê."

‘PIRANIYA NAMZEDAN JI ÇEPGIR, RADÎKAL Û NÎVLEGALAN HATIN HILBIJARTIN'

Firat di dirêjiya axaftina xwe de got: "Tim wiha dikin. Berê çi kiribin yê niha jî heman tişt e. di herdu hilbijartinên 2015an, 2011, 2007 û 2002an de jî heman tişt kirin. Ti carî guh nedan alîgirên xwe û ne li gor daxwaza wan namzed nîşandan. Tabî dema ku guh neyê dayîn profîla tabloyeke ku girse biecibîne jî dernakeve hole. Çend kesên ku têne hezkirin derdixin û yên mayîn jî ji qadroyên radîkal ên çepgirên tirk dadigirin û baweriyê bi wan tînin. Bi taybetî jî ji bo ku xwe wek partiyekî Tirkiyeyê bidin nîşandan kesên radîkal, nîv îlegal û yên ku ji çend tîpên dengdêr pêk tê, bi sebeba ku nûnerên pêkhateyên wan in dixin lîsteyê û namzed nîşan didin. Digel vê jî însan bi navê ‘belaya namûsê' diçin dengên xwe didin. Yanî di encamê de bi ti şêweyî namzedên ku alîgirên xwe kêfxweş bike dernexistin. Lîsteya dawî jî heman tişt e."

Bi heman mijarî:

Pompeo Tirkiye û Rûsya bi xerabkirina rewşa Balkanan tawanbar kir
Tirkiye dê zêdetirî 9 milyon lîreyên tirk ji bo artêşa Ûkraynayê bişîne
Commerzbank: Tirkiye li benda hezîranê bimîne dibe dolar bigihîje 6 lirayî
Îmaret: Armanca me ya sereke derxistina Tirkiye û Îranê ji Rojhilata Navîn e
‘DYA, Tirkiye û Hizbûllah jî tê de divê hemû hêzên biyanî ji Sûriyeyê derkevin’
Onder: HDP wê ji sedî 14ê dengan bistîne
HDP lîsteya parlamaneteran îro radestî YSKyê dike, gellek navên nû hene
Etîketan:
HDP, AKP, Umit Firat, Tirkiye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de