06:57 22 Hezîran 2018
Çek

Profesorê tirk: Ger em di hilbijartinan de bi ser nekevin em ê dakevin kolanan û şer bikin

© Sputnik / Regis Duvignau
Tirkiye
Lînkê kurt
0 02

Profesorê tirk Prof. Dr. Ahmet Marankî derbarê hilbijartinên 24ê Hezîranê axivî. Marankî "Hêviya me 25ê Hezîranê ye. Ger nebû em dê biçin çeka me ya ku me li binê darên Daristana Belgradê veşartiye, derxin û dakevin kolanan"

Li Tirkiyê dê 24ê Hezîranê hilbijartina Serokomariyê were lidarxistin. Profeserê tirk Ahmet Marankî beşdarî bernameyeke televîzyona Akit TVyê ku li Tirkiyê weşanê dike bû û li ser encamên hilbijartinan axivî û got, "Eger em di hilbiajrtinan de bi ser nekevin, em dê çekên xwe yên binaxkirî derxin û dakevin kolanan."

Marankî "Ger encameke berovajî derkeve, devereke ku em biçin tine ye. Ji ber wê yekê hêviya min 25ê Hezîranê pişt, Çiyayê Qaf e. Ger nebû em dê biçin çeka me ya ku me li binê dereke li Daristana Belgradê veşartiye, derxin û dakevin kolanan. Em dê bêjin Bismillahîrrehmanîrrehîm…"

Pêşkêşvanê bernameyê kete navberê û got, "ne ewqas j" Marankî li ser vê yekê ev tişt gotin, "Lê bi topan êrişî te dikin. Bi çeka te êrîşî te dikin. Bi tankên te birê min. Dema pêwist be, ev gel amade ye. Min xwest vêya bînime zimên."

Ev gotinên Marankî ji aliyê gelek bikarhînerên medyaya civakî ve weke ‘gefa şerê navxweyî' hat dîtin û bû sedema bertekdayînan. Rojnameger Ismail Saymaz yek ji wan kesan e. Saymaz bertek nîşanî Marankî da û bang li dozgeran kir ku lêpirsînê bidine destpêkirin, "Yên ku derdikevine Akit TVyê hişê xwe wenda dike. Kî ye ev Ahmet Marankiyê kurtêlxwir? Tu kî yî ku vî gelî berdidî hev? Li welatekî maqûl divê dozger demildest têkevin dewrê û ji vî provokatorê Marankî bipirsin "ka derxe tiştên ku te binax kirine."

Bi heman mijarî:

Pisporê rûsî: Dibe Rûsya û Tirkiyeyê li dijî El Nusra şer bikin
Pisporê rûs: Yekîtiya Ewropa ji ber vegera Tirkiyê ya ber bi Balkanan ve bi fikar e
Pisporê amerîkî: DYA li Sûriyeyê nakeve nava çalakiyên ku bi Rûsyayê re were hemberî hev
Pisporê rûsî: Helwesta li hember Efrînê karekterê Erdogan nîşan dide
Pisporê Polîtîkayên Ewlehiyê ê Tirk Yarar: Teqîna Amedê PKKê kir
Pisporê rûs: Me li Sûriyeyê gelek leşkerên tirk xelas kirin
Etîketan:
Hilbijartinên Tirkiyê, Hilbijartin, Ahmet Maranki, Tirkiye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de