09:46 23 Hezîran 2018
HDP

'Piraniya piştgirên HDPê dilxwazên pêvajoya çareseriyê ne'

© AFP 2018 / OZAN KOSE
Tirkiye
Lînkê kurt
0 0 0

Li gor lêkolîna KONDAyê ji %92ê HDPyî dixwazin cardin pêvajoya çareseriyê dest pê bike. Li gor raporê di nav hilbjêrên HDPê de rêjeya kesên ku xwe wek mûhafezekar dibînin kêm bûye, kesên ku xwe wek kurd dibînin jî zêde bûne. Ji %80 hilbijêrên HDPê di wê fikrê de ne ku fişarek zêde li ser çapemeniyê heye.

Şîrketa lêkolînê KONDA beriya hilbijartina 24ê Pûşberê li ser hilbijêrên partriyan lêkolînek amade kir û bi raya giştî re parve kir. Şîrketa lêkolînê ji aboriyê bigrin heta perwerdehiyê û nêrîna li pirsgirêkên hundir û derve yên Tirkiyeyê de derbarê profîla hilbijêrên HDPê de raportek amade kir.

'FIŞAREK ZÊDE LI SER ÇAPEMENIYÊ HEYE'

Li gor raportê di nav hilbijêrên HDPê de rêjeya mêran ji %60 e, yên jin jî ji %40 e. Piraniya piştgirên HDPê destûrdarên lîse û zanîngehê ne. Di raportê de hat eşkerekirin ku piraniya piştgirên HDPê fişarek mezin li ser çapemeniyê dibînin ku rêjeya wan ji %80ê ye, li giştiyê Tirkiyeyê jî ev rêje ji %40 e.

'JI MÛHAFEZEKARTIYÊ BER BI MODERNTIYÊ VE'

Herwiha di nav HDPyiyan de rêjeya kesên ku xwe wek mûhafezekar dibînin her diçe kêm dibe, kesên ku dibêjin ez kurdim jî zêde dibin, piştgirên ku xwe wek modern bi nav dikin ji %24an derketiye ji %31an.

Di mijara çareserkirina pirsgirêka kurd de hilbijêrên kurd dilxwazên destpêkirina pêvajoya çareseriyê ne. Ji piştgirên HDP ji %92 dixwazin maseya muzakereyan cardin bê avakirin û pêvajoya çareseriyê dest pê bike.

Bi heman mijarî:

Sedr: Hikûmeta nû ne ereb û ne jî wê kurd be
Serokê Saadetê bersiva ‘Pirsa Kurd’ da: Perwerdeya zimanê dayikê heq e
Polîsê Belçîkayê ji ber kuştina keça kurd hat protestokirin
Dr. Beşikçi: Kurd ji bo çepê tirk hemaltiyê dikin
Etîketan:
piştgir, hdp, profîla hilbijêran, hilbijartin, KONDA, Tirkiye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de