09:49 23 Hezîran 2018
Artêşa Tirkiyeyê

Li Colemêrgê teqîn: 2 kuştî û 3 birîndar

© AFP 2018 / Bülent Kılıç
Tirkiye
Lînkê kurt
0 0 0

Hat ragihandin ku li navçeya şemzînan a Colemêrgê teqînek pek hat, di encama teqînê de 2 cerdevan hatin kuştin û 3 jî birîndar bûn.

Li gor zanyariyên berdest, bombeya dest çêkirî li herêma Kayalar a navçeya Şemzînana Colemêrgê di wesayîta ku cerdevan têdebûn de teqiya. Li gor agahiyên destpêkê 2 cerdevanan canê xwe ji dest da û 3 jî birîndar bûn.

Walîtiya Colemêrgê di daxuyaniya xwe de ragihand ku li herêma Kirçimenlika mezraya Kayalar a navçeya Şemzînanê wesayîta ku cerdevan têde bûn rastî bombeya destçêkirî ku berê hatibû bierdkirin hat.

Di berdewamiya daxuyaniyê de hat gotin ku di encama teqînê de 2 cerdevanan canê xwe ji dest daye û 3 jî birîndar bûne. Dermankirina cerdevanên birîndar li nexweşxaneyê didome.

Li gor daxuyaniya walîtiyê li herêmê operasyona berfireh a li hemberî endamên Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) dewam dike.

Bi heman mijarî:

Dema qedexeya li 30 deverên Colemêrgê hat dirêjkirin
Waliyê Colemêrgê: Di hilbijartinê de wê sandiq li cihekî bên komkirin
Du leşkerên tirk li Colemêrgê hatin kuştin û yek birîndar bû
Li Colemêrgê akademisyenek mirî hat dîtin
‘Hetanî heyvekê li Colemêrgê çalakî qedexe ne’
Ince piştî serdana Demirtaş diçe Colemêrgê
Etîketan:
Li Colemêrgê teqîn, Colemêrg, Tirkiye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de