20:29 20 Hezîran 2018
Recep Tayyip Erdogan

Partiyekê ji bo ku namzedbûna Erdoganî were betalkirin serî li YSKê da

© REUTERS / Huseyin Aldemir
Tirkiye
Lînkê kurt
0 10

Partiya Rizgariya Gel (HKP) ji bo ku namzedbûna Serokomarê Tirkiyê û Serokê Giştî yê Partiya Dadwerî û Geşedanê (AKP) Recep Tayyip Erdogan were betalkirin serî li Saziya Bilind a Hilbijartinê(YSK) da.

Partiya Rizgariya Gel (HKP) di daxwaznameya xwe de amaje kir ku Serokomar(ê Tirkiyê) Erdogan bi serlêdana xwe ya ji bo serokomariyê misoger kir ku dîplomaya wî ne derbasdar e.

HKPê di beşa daxwazanameya serlêdanê de ev tişt nivîsî, "Namzedê Serokomariyê yê AKPê Recep Tayyip Erdogan bi serlêdana xwe ya bo Saziya Bilind a Hilbijartinê (YSK) misoger kir ku belgenameya wî ya xwendine ne derbasdar e, lewma kesên navborî li gorî qanûna serokomariyê ya xala 6an ya 101 û 6271ê nikare were ‘hilbijartin' û pêwist e serlêdana wî were betalkirin û li gorî TCK 204, jimara 5237an ji ber ‘sextekariya di belgeyên fermî' were sizadan"

Bi heman mijarî:

Ji MHPê bo Erdogan: Mudaxeleya polîtîkaya pereyan neke
Erdogan û Hakan Fidan civiyan
Erdogan: Me ji namzedên parlamenteriyê teahudek nivîskî xwest
'Erdogan, 200 parlamenter derveyî lîsteyê hiştin'
Ji Ince bo Erdogan: Li şûna Xezzeyê çû Gebzeyê
Erdogan û Rûhanî li Stenbolê hevdîtinek pêk anîn
Etîketan:
Daxwazname, Serlêdan, HKP, Partiya Rizgariya Gel (HKP), AKP, Recep Tayyip Erdogan, Tirkiye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de