09:48 23 Hezîran 2018
Ahmet Hakan

Rojnamevanekî tirk bi kuştinê hat tehdîtkirin

© AFP 2018 / Ozan Köse
Tirkiye
Lînkê kurt
0 0 0

Nivîskarê Rojnameya Hurriyetê Ahmet Hakan Coşkun di nivîsa xwe ya îro de eşkere kir ku ji ber tehdîda kuştinê polîsan pêşniyaza parêzvanan li wî kirine.

Nivîskarê Rojnameya Hurriyetê Ahmet Hakan piştî nivîsa derbarê Bariş Atalay û desteserkirina lîstikvan de ku hêj jî nîqaş berdewamin, vê carê jî bi tehdîda kuştinê hat rojevê.

Nivîskar Hakan di qunciknivîsa xwe ya îro de bi sernavê 'Sedema zêdebûna bihayê dolar mişraqên dervene gelo?' nivîsek nivîsand û eşkere kir ku ji şaxa parastinê hin polîs hatine û îstîxbarata ku gihaştiye wan nîşanî min dan.

Hakan wiha domand: "Ji bo min tehdîdên kuştine hatine, navê rêxistinan dan min û evreqeq bi min dan îmzekirin. Ji min pirsîn gelo parêzvan dixwazim an na? Min jî parêzera xwe Aslı Kazan agahdar kir û min ji çend hevalên xwe re mijar vegot."

Bi heman mijarî:

Piştî nivîsa Ahmet Hakan a Hurriyetê Bariş Atay hat binçavkirin
Ahmet Hakan: Hilbijartinên pêşwext nêzîk in
Ahmet Hakan: Erdogan here Amerîka wê bibe perçeyekî ji lîstikê
Etîketan:
nivîskar, kuştin, tehdît, Ahmet Hakan Coşkun, Tirkiye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de