22:16 18 Hezîran 2018
Recep Tayyip Erdogan

Ji MHPê bo Erdogan: Mudaxeleya polîtîkaya pereyan neke

© AP Photo / Burhan Ozbilici
Tirkiye
Lînkê kurt
0 0 0

Cîgirê Serokê Giştî yê MHPê Sefer Aycan di axaftina xwe de ragihand ku polîtîkaya me ya pereyan ji ya hikûmetê cuda ye û divê Erdogan mudaxeleya pereyan neke.

Cîgirê Serokê Giştî yê MHPê Sefer Aycan di civîneke partiyê ya Meraşê rexne li hikûmetê kir û got: "Polîtîkaya me ya ekonomiyê ji ya hikûmetê cuda ye. Ez ne ji bo ku Serokomar Recep Tayyip Erdogan rexne bikim dibêjim, lê ew mudaxeleya pereyan dike. Li gor qenaeta min mudaxele neke baştir e. Divê mirov mudaxeleya polîtîkaya pere ya Bankeya Navendî neke."

Sefer Aycan di berdewamiya axaftina xwe de bersiva pirseke ekonomiyê da û got: "Helbet hinek şaşî hene. Divê em qebûl bikin ku hikûmetê jî gelek xeletî kirine. Belê raste guvaşên derve hene, dolar di bazarên dinyayê de bi qîmet dibe û polîtîkaya pere ya

Amerîkayê diguhere. Lê şaşiyên me jî hene. Ne ji bo rexnekirinê dibêjim, lê divê Erdogan mudaxeleya pereyan neke. Em qebûl dikin pirsgirêkên ekonomîk hene. Her tiştê ku em dibêjin wek me nakin. Di meseleya efûyê de wek me nebû heta em dijê hev ketin."

Bi heman mijarî:

'Endamê El Qaîdeyê ji AKPê bû namzedê parlamenteriyê'
‘Tu îdîayeke AKPê li bajarên kurdan tuneye'
Namzetên parlamenterî yên AKPê diyar bûn
'Encamên anketan moralê AKPê xira dikin'
Sanri: AKPê nehişt Kurdistan TV mîtinga Qûdsê ya Stenbolê bişopîne
Etîketan:
AKP, MHP, Sefer Aycan, Tirkiye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de