06:59 22 Hezîran 2018
Erdhej

Dema paşîvê li Bedlîsê erdhejeke dijwar rû da: Xîzan bi pileya 4.2 hejiya

© AFP 2018 / Sam Yeh
Tirkiye
Lînkê kurt
0 0 0

Li bajarê Bedlîsê navçeya Xîzanê dema ku xelk radibû paşîvê erdhejeke dijwar a bi pileya 4.2yan çêbû.

Li gor zanyariyên Rêveberiya Rewşên Lezgîn û Hawarçûnê ya girêdayî Serokwezîrtiya Tirkiyeyê (AFAD) erdhej li demjimêr 01.10an çêbûye ku navenda wê navçeya Xîzanê ye.

Erdhej bi pileya 4.2yan hatiye pîvan û hat diyarkirin ku kûrahiya wê 8.5 kîlometre ye.

Derbarê erdheja ku bû sedema tirs û panîkê de hîn ti agahiyên ziyanan nehatine.

​Herwiha navenda lêkolîn û şopandina erdhejan a Çavdêrxaneya Kandîlliyê jî navenda erdhejê wekî devera Gayda ya Xîzanê nîşan da û dijwariya wê jî bi pileya 4.1 ragihand.

Bi heman mijarî:

Xamaney: Wê aqûbeta Trump jî wekî ya Reagan û Bush be
Serokê Saadetê bersiva ‘Pirsa Kurd’ da: Perwerdeya zimanê dayikê heq e
Wê çopçiyek li Kupaya Cîhanê ya 2018an hakemtiyê bike
Prensê Siûdî wê ji berîka xwe deynê hemû tîmên futbolê bide
Polîsê Belçîkayê ji ber kuştina keça kurd hat protestokirin
Kêliya ku balafira Batman-Enqerê rabû birûsk ket
Etîketan:
Erdhej, Xîzan, Bedlîs, Tirkiye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de