01:00 20 Hezîran 2018
Serokê Partiya Saadetê Temel Karamollaoglu

Serokê Saadetê bersiva ‘Pirsa Kurd’ da: Perwerdeya zimanê dayikê heq e

© Foto : Navenda Giştî ya Partiya Saadetê
Tirkiye
Lînkê kurt
0 0 0

Namzedê hilbijartinên serokomariya Tirkiyeyê, Serokê Giştî yê Partiya Saadetê Temel Karamollaoglu li ser pirsa rojnamevanan a derbarê pirsa kurd de got, “Di vê mijarê de ya herî girîng perwerdeya bi zimanê dayikê ye.”

Karamollaoglu beşdarî bultena FOX TVyê bû û li wir bersiv da pirsên rojnamevanan.

Serokê Saadetê li ser pirsa kurd wiha axivî: "Me derbarê pirsa kurd de xebatek kir. Di vê mijarê de tişta herî girîng perwerdeya bi zimanê dayikê ye. Ev jî heq e."

BERSIVA 'ÇIMA HDP NEXISTIN NAV TIFAQÊ?

Karamollaoglu ser nexistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya nav ‘Tifaqa Milet' a bi CHPê re jî destnîşan kir, "Sedema vê rapirsiyên me dabûn çêkirin e. Ew li holê bûn û nedibû em dengên xwe bi zanebûn bixin xeteriyê."

Namzedê serokomariyê yê Partiya Saadetê li ser îdiayên dema şaredariya wî ya Sêwazê bûyerên Madimakê yên sala 1993yan qewimî ne û ew bûye sedema mirina bi dehan kesan jî got ku ew bi wan tohmetan pir xemgîn dibe, heta li dema derbeya 12ê Îlona 1980yî ji ketina xwe ya girtîgehê bêhtir pê xemgîn dibe.

Bi heman mijarî:

Wê çopçiyek li Kupaya Cîhanê ya 2018an hakemtiyê bike
Prensê Siûdî wê ji berîka xwe deynê hemû tîmên futbolê bide
PDK û YNK bi Fuad Mehsûm re civiyan: Divê posta serokomariyê ji kurdan re be
Polîsê Belçîkayê ji ber kuştina keça kurd hat protestokirin
Kêliya ku balafira Batman-Enqerê rabû birûsk ket
Fransa: Dibe ku li Rojhilata Navîn şer biqewime
Etîketan:
Temel Karamollaoglu, Zimanê Dayikê, Pirsa Kurd, Partiya Saadetê, Tirkiye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de