20:27 20 Hezîran 2018
Qeza- Qezaya trafîkê - Dihok

Li Mêrdînê qezaya trafîkê rû da: 3 kes mirin

© Sputnik / Osman Başqalî
Tirkiye
Lînkê kurt
0 0 0

Wesayîta ku ji navçeya Mêrdînê Midyadê diçû navçeya Şirnexê Hezexê li tirê qelibî û di encamê de mela Îdris Ece, kurê wî Yasîn Ece û xwendevan Selahattin Akyuz jiyana xwe ji dest dan.

Qeza îro ber bi esirkî li ser rêya îpegê qewimî. Wesaîda ku şofêrtiya wê mele Îdrîs Ece dikir dema ku xwest derkeve ser rêya îpegê, tira ku ji hember da dihat lê qelibî. Di wesaîdê de kurê mele Yasîn Ece û hevalê wî Selahattin Akyuz hebû û hersê jî bi awayekî giran birîndar bûn. Tîmên tendurustiyê mudaxele kirin û wan birin nexweşxanê. Li nexweşxanê hersê birîndar jî jiyana xwe ji dest dan.

Piştê qezayê tîmên ewlehiyê ji bo lêkolîna qezayê rê dualî ji trafîkê re girtin.

Bi heman mijarî:

Li Erzirimê qeza rû da: 5 mirî 10 birîndar
Li Mêrdînê qeza, gelek mirî hene
Li Şirnexê wesayîta xwendekaran qeza kir, gelek kes birîndar bûn
Li Bidlîsê qeza: 2 kes mirin, zêdetirî 10 kesan birîndar bûn
Etîketan:
mirî, qeza, mêrdîn
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de