18:59 23 Hezîran 2018
Recep Tayyip Erdogan

Erdogan û Hakan Fidan civiyan

© AP Photo / Burhan Ozbilici
Tirkiye
Lînkê kurt
0 01

Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan û Misteşarê Îstibarata Millî (MÎT) Hakan Fidan civînekê li dar xistin.

Beriya çend rojan Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan serdana Bosna Hersekê kiribû û li wir mitîngekê ji bo hilbijartina serokomarî ya di 24ê Heziranê de pêk anîbû. Herwiha hatibû îdiakirin ku sûîqast ji aliyê çend kesên tirk ve li dijî Erdogan were kirin. Li ser vê Erdogan rojek beriya çûyîna xwe ya Bosna Hersekê, Serokê MÎTê Hakan Fidan şandibû wir.
Hat diyarkirin ku Erdogan bi serokê MÎTê re civîn pêk aniye, lê derbarê naveroka civînê de haydarî nehatin parvekirin.

Bi heman mijarî:

Erdogan: Me ji namzedên parlamenteriyê teahudek nivîskî xwest
'Erdogan, 200 parlamenter derveyî lîsteyê hiştin'
Ji Ince bo Erdogan: Li şûna Xezzeyê çû Gebzeyê
Erdogan û Rûhanî li Stenbolê hevdîtinek pêk anîn
Erdogan bi Guterres re li ser Filîstîn û Sûriyeyê axivî
‘Dibe ku Pûtîn bi Erdogan û Rûhanî re dawiya Tebaxê an jî serê Îlonê bicive'
Etîketan:
hevdîtin, erdogan, Hakan Fidan, enqere
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de