03:08 18 Hezîran 2018
Idris Baluken

Cizayê Baluken hat erêkirin, dê li şûna wî namzetekî din were nîşandan

© Sputnik / Omer Faruk Baran
Tirkiye
Lînkê kurt
0 03

Dadgeha Herêmî ya Dîlokê li cizayê parlementerê HDPê yê Amedê Idris Baluken venêrî. Ji ber ku dadgehê 16 sal û 8 meh cizayê Baluken erê kiriye, dê ji lîsteya namzediyê were derxistin.

16 sal 8 meh cizayê parlementerê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yê Amedê û bernamzetê parlementeriyê yê Batmanê Idris Baluken erê kir. Dadgeha Herêmî ya Dîlokê li cizayê dadegeha herêmî venêrî. Dadgehê 16 sal û 8 meh cizayê parlementerê HDPê yê Amedê Idris Baluken venêrî û eşkere kir ku ew cizayê hatiye erêkirin.

BALUKEN DÊ JI LÎSTEYA NAMZEDIYE WERE DERXISTIN

Balukenê ku cizayê wî hatiye erêkirin li Batmanê di rêza yekemîn a namzedên parlementeriyê yên HDPê de cih girtibû. Piştî ku lîste bo YSKê hatin teslîmkirin bi rojek şûn de derbarê Balukenî de biryar hat dayîn. Ji ber ku biryar li dadgeha herêmî ya îdareyê hatiye erêkirin dê Baluken ji lîsteya namzediyê were dexistin. HDPê dê li Batmanê li şûna Balukenî namzetekî/ê din nîşan bide.

Bi heman mijarî:

Idris Baluken ji girtîgehê peyamek şand
HDPê derbarê cezakirina Baluken de daxuyanî da
16 sal û 8 meh cezayê girtîgehê li Baluken hate birîn
Baluken: Ez û misteşarê MÎTê bi hev re beşdarî civîna xweseriyê bûn
Baluken di doza ku 3.5 sal cezayê hepsê dihat xwestin de beraet kir
Etîketan:
Dadgeha Herêmî, Namzedî, Erêkirin, Ciza, HDP, Idris Baluken, Tirkiye, Kurdistan
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de