09:55 19 Hezîran 2018
Meral Akşener

Akşener ji bo Erdoganî: Te rê da Pêşmergeyan

© REUTERS / BULENT KILIC
Tirkiye
Lînkê kurt
0 01

Seroka IYI Partiyê û namzeta wê ya Serokkomariya Tirkiyeyê Meral Akşener rexne li Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdoganî girtin ji ber ku di dema wî de, Hêzên Pêşmerge di ser Tirkiyeyê re çûbûn Kobanî û li dijî DAIŞê alîkariya YPGê kiribû. Herwiha Akşenerê îdîa kir ku Erdoganî destûr daye kolana xendekan li bajarê kurdan.

Seroka IYI Partiyê û namzeta wê ya Serokkomariya Tirkiyeyê Meral Akşener îro di çarçoveya helmeta xwe ya hilbijartinê de li bajarê Ispartayê yê Tirkiyeyê axift û çûna hêzên Pêşmergeyên Herêma Kurdistanê bo Kobaniyê bi bîr anî û Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan tawanbar kir ku ne neteweperest e.

Akşenderê xwe wek şagirta Serokê Partiya Tevgera Neteweperest(MHP) yê Turkeş û Serokkomarê Tirkiyeyê yê berê Suleyman Demirel bi nav kir û îdîa kir ku Erdogan newêre behsa navê wê bike ji bo bala xelkê neçe serê û behsa tifaqa AKP û MHPê kir got, ew tifaq ne tifaqeke neteweperest e.

Seroka IYI Partiyê rexne li wê yekê girt bê çima Tirkiyeyê di 29ê Cotmeha 2015an de destûr daye hêzên Pêşmerge di ser Tirkiyeyê re biçin Kobaniyê û alîkariya YPGê bikin û got: "Me dest bi xebata serokkomariyê kir, me dît tifaqa niştimanî û neteweyî hatiye damezirandin. Ev çi neteweyîtî ye ku tên cem kesekî wiha ku neteweperestî xistiye bin lingan. Di 29ê Cotmehê de bi dahol û zirneyan rê dan Pêşmergeyan. Gava ku xendek dihatin kolandin, ew kesên ji parêzgarî re digot, berê xwe bizîvirîne, neteweyî ne û em ne neteweyî ne? De bicehime"."

Bi heman mijarî:

Pêşmerge rêya Hewlêr û Kerkûkê vedike
Parlamentoya Kurdistanê paketa reformê pejirand: Hêzên Pêşmerge dibin yek
Pêşmerge: Haya me ji avakirina odeya hemahengiyê tune ye
Berdevkê Wezareta Pêşmerge: Em hewil didin ku Hêzên Pêşmergê bikin yek
Di navbera Pêşmerge û koma Alayên Spî de şer derket
Li Xurmatuyê teqîn: 5 pêşmerge birîndar bûn
Fîlmê Pêşmerge wê li Kongreya Amerîkayê were temaşekirin
Fermandarê kurd yê êzidî him PKK him jî pêşmerge rexne kir
Piştî vekirina balafirxaneyên Kurdistanê ji Bexdayê daxuyaniya lihevkirina Pêşmerge
Etîketan:
Hêzên Pêşmerge, MHP, YPG, Suleyman Demirel, Meral Akşener, Recep Tayyip Erdogan, Tirkiye, Kobanî
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de