21:17 24 Hezîran 2018
İsmail Beşikçi

Dr. Beşikçi: Kurd ji bo çepê tirk hemaltiyê dikin

© Sputnik / Fethullah Ozmen
Tirkiye
Lînkê kurt
0 20

Sosyolog Dr. Ismail Beşikçi di nivîsa xwe de bal kişand ser namzedên çepgir ên tirk di HDPê de û got, "Di vî warî de pêşiyê divê rexne li kurdan were girtin. Divê çepê tirk jî were rexnekirin. Ji bo berjewendiyên xwe yên rêxistinî hemaltiyê bi kurdan didin kirin, ku qet ne etîk e." Beşikçi di nivîsa xwe de rêbaza diyarkirina namzedan jî rexne kir.

Sosyologê tirk û dostê kurdan ê navdar Dr. Ismail Beşikçi îro di nivîsa xwe ya li ser malpera Nerinaazad de bal kişand ser hilbijartinên 24ê Hezîranê yên li Tirkiyeyê. Beşikçi pêşiyê rexne li rêbaza diyarkirinê ya navên namzedan girt û got, "Ger li bajarên wekî Şirnex, Mêrdîn, Amed, Sêrt, Wan, Îdir, Êlih, Mûş, Stenbol, Enqere, Îzmîr, Edene û Mêrsînê namzed ne ji aliyê navenda partiyan ve, bi rêbaza pêşhilbijartinê bihatana diyarkirin, bêguman encam dê cuda bûna."

‘DIYARKIRINA NAMZEDAN JI ALIYÊ NAVENDA PARTIYAN VE NE DEMOKRATÎK E'

Beşikçi anî ziman ku li gorî rêveberiya demokratîk divê bi beşdarbûna xelkê pêşhilbijartin bihatan lidarxistin û got, "Ji ber ku di vir de diyarkeriya navendê gelekî kêm e. Ya di rastiyê diyarker xelk e. Beşdarîkirina xelkê ya pêvajoyê bi vî awayî pêkan e. Partî ji bo çi pêvajoyeke wisa demokratîk nadin ber xwe? Herî zêde partiyên mixalefetê behsa demokrasiyê dikin. Dibêjin em ê demokrasiyê bînin, armanca me demokrasî ye. Lê pêvajoyeke wisa ya pêşhilbijartinê jî nadin destpêkirin. Bêguman dizanin ku diyarkirina namzedan a ji aliyê navenda partiyan ve ne pêvajoyeke demokratîk e. AKP, MHP, BBP pêvajoyeke wisa nameşînin. Lê partiyên mixalîf ên wekî CHP, Partiya IYI, Partiya Saadetê û HDP jî ji bo destpêkirina pêvajoyeke wisa hewl nadin."

‘KURD JI BO ÇEPÊ TIRK HEMALTIYÊ DIKIN'

Beşikçi di nivîsa xwe de behsa hebûna çepgirên tirk ên di nav siyaseta kurdan de jî kir û ev tişt gotin, "Hinek kurd hemaltiyê dikin. Ji bo çepê tirk bikeve parlamentoyê hemaltiyê dikin. Hinek kurd ji vê yekê re dibêjin enternasyonalîzm. Eleqeya vê yekê bi enternasyonalîzmê re tune ye. Enternasyonalîzm bi xwezanebûnê destpê dike. Ger tu kesên ji xwe li derve bihêlî û ji bo rêxistinên çepê tirkan vekirî bî, ji vir enternasyonalîzm dernakeve. Ger tu bi zanebûn xwe ji kurdên derveyî xwe re bigirî û li hemberî vê yekê tu rabî hemû kedkarên Efrîqayê, Amerîkaya Latîn, Tirkiyeyê, Rojhilata Nêzîk, Rojhilata Navîn û dinyayê têxî nava partiyê, dîsa ji vir enternasyonalîzm peyda nabe."

‘TIFAQA BI RÊXISTINÊN ÇEP ÊN TIRK RE NE ŞAŞ E LÊ EW JI KEDKARAN ÇI QAS DENGAN DISTÎNIN?'

Beşikçi derbirî ku tifaqa ligel rêxistinên çep ên tirk ne tiştekî şaş e û got, "Lê ev partî û rêxistinên siyasî yên çep li Enqereyê, Îzmîrê, Edeneyê, Mêrsînê, Amedê, Êlîhê, Wanê û hwd. bi tena serê xwe tekvin hilbijartinê wê çiqas deng bistînin? Tê zanîn ku ev dê ne hejmareke hêja be. Ev partiyên siyasî yên ku armanca wan a sereke kedkar in, ji bo çi ji wan derdoran dengan nastînin? Ev kedkar û herwisa Elewî ji bo çi dengên xwe didin partiyên sîstemê yên wekî AKP, MHP û CHPê?"

‘NE EXLAQÎ YE KU ÇEPÊ TIRK JI BO BERJEWENDIYÊN XWE HEMALTIYÊ BI KURDAN BIDE KIRIN'

Dr. Beşikçi destnîşan kir k udi vê çarçoveyê de divê pêşiyê rexne li kurdan were girtin û wisa berdewam kir, "Lê divê rexne li çepê tirk jî were girtin. Ji bo berjewendiyên xwe taybet û rêxistinî hemaltiyê bi kurdan didin kirin, ku ev qet ne etîk e. Nabe ku ev li ser navê berjewendiya giştî ya çep, welêt û xelkê jî were rewakirin."

'HDPÊ NEXWEST CIH BIDE GOTINA KURDÎ Û KURDISTANÎ'

Dr. Ismail Beşikçi herwisa ji bo hevdîtinên di navbera HDPê û partiyên Tifaqa Kurdistanî de jî got, "Bêguman ev hevdîtin gelekî girîng û erênî bûn lê mixabin ev hevdîtin bi ser neketin. Em di vir de vê yekê dibînin. HDPê, dev ji nîşandana namzediyê ya siyasetmedarên van partiyên kurd berdin, nexwest gotina wan jî di deklarasyona hilbijartinê de cih bigire. Ev gotin helbet, xwediyê hinek prensîbên kurdî û kurdistanî bû."

‘JI SEDÎ ÇENDÊ KURDÊN LI PARLAMENTOYA TIRKIYEYÊ BI KURDÎ DIZANIN?'

Sosyologê navdar herwisa rexne li dewleta tirk jî girt û got, zimanê kurdî hêj ji aliyê dewletê, dadperweriyê û parlamentoyê ve wekî ‘zimanekî nayê zanîn' tê qebûlkirin lê mesela li Îsraîla ku wekî zordest, zilumkar tê tawanbarkirin, erebî ji sala 1948a û vir ve ligel zimanê îbranî zimanê fermî ye. Dr. Beşikçi di vî warî rexne li siyasetmedarên kurdan jî girt û got, "Îro ji sedî çendê kurdên li Parlamentoya Tirkiyeyê dikarin bi kurdî bipeyivin, bixwînin û binivîsin? Pirsa ji vê pirsê jî girîngtir ev e. Ji sedî çendê zarokên van bi Kurdî dizanin? Ev zarok 3-4 nifşên din şûnde wê xwe ji bîri bikin."

Bi heman mijarî:

HDPê deklerasyona bi navê ‘tifaqa demokratîk a Kurdistanî' eşkere kir
Afro-tirkek bû Namzetê HDPê yê parlementeriyê
DDKD: Di hilbijartinên 24ê Hezîranê de em ê piştgirî bidin HDPê
Demirtaş ji namzedên HDPê re peyamek şand
Parlamenterên HDPê yên di lîsteya nû de cih negirtin
Bajar bi bajar namzedên HDPê
Etîketan:
çepê tirk, Sosyolog, HDP, ismail beşikçi, Tirkiye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de