01:28 18 Hezîran 2018
Amed

‘Di Berfenbara 2018an de dîsa hilbijartina pêşwext heye'

© Sputnik / Sertaç Kayar
Tirkiye
Lînkê kurt
Abdulhakim Günaydın
0 02

AKPê çima li herêma kurdan namzedên kêmprofîl nîşan da, raste ku dev ji dengê kurdan berdaye? Gelo HDP bi van namzedan wê bikaribe benda hilbijartinê derbas bike?

Nivîskar û şîrovekarê siyasî Îlhamî Işik namzedên parlamenterî yên AKP, HDPê û rewşa dawî ya hilbijartinên herêmê ji ajansa Spûtnîk Kurdistanê re şîrove kir. Li gor Işik, hemû partiyên Tirkiyeyê mihtacî dengê kurdan e û tu namzed bêyî dengê kurdan ji sedî 51ê bi dest naxe.

‘SEROK DIXWAZIN KESÊN ÎTAETKAR NAMZED NÎŞAN BIDIN'

Rojnamevan Îlhamî Işik ji bo namzedên AKPê yên herêmê got: "Partiyeke ku hêviya xwe ji dengê kurdan qut kiribe jixwe tu wateya ku tekeve hilbijartinê tuneye. Li gor sîstema nû hemû partiyên Tirkiyeyê mihtacî dengê kurdan e û tu kes bê dengê kurdan ji sedî 51e bi dest naxe. Yanî bi hêsanî em dikarin bejin ku hem di tura yekem û hem jî tura duyem de kurd wê qedera vê hilbijartinê diyar bikin. Meseleya benda HDPê qeder e ji bo hilbijartinê. Kes nikare li Tirkiyeyê kurdan ji çav derxîne, lê Tirkiyeyê zêdetir însan li dora serokan dicivin û deng didin serokan. Dema namzed jî têne diyarkirin ev wiha ye û kes li mirovên zanist û pispor nagere. Zêdetir kesên ku îtaetkar bin namzed têne nîşandan."

‘JI TIRSA KES NIKARE DENGÊ XWE BIKE'

Şîrovekarê siyasî Îlhamî Işik di berdewamiya axaftina xwe de got: "Êdî AKP li ser dengê kurd an jî pêkhateyên din tu hisaban nake ji bo ku AKPê meseleya kurdî li cem xwe girtiye. Serokek heye Recep Tayyip Erdogan û her kes dengê xwe dide wî. Meseleya bijartina namzedên parlamenteriyê jî ev e û belkî girîngiya wê dikeve beşa duyem an jî ya sêyem. Rêbaza bijartina namzedan jî tenê ev e ku îtaetkar be. Ev mijara kemprofîlbûnê ne aîdî bajarên kurdan e, li temamê Tirkiyeyê ev tişt heye. Dema mirov li profîlên namzedan dinêre tiştek bi navê zanebûn, pisporî, zanistî û qabiliyetê tuneye. Ji aliyê din ve rewşeke wiha heye ku êdî tehemula îtîraza kemasî û şaşiyan jî nakin. Ji tirsa kes nikare biaxive. Jixwe kêmprofîliya namzedan jî ji vê meseleyê derdikeve holê."

‘HDP Û AKP NE LI GORÎ SOSYOLOJIYA XWE NAMZED DIYAR KIRIN'

Îlhamî Işik di dirêjiya axaftina xwe de HDP û AKP şibande hev û got: "Mixabin di meseleya bijartina namzedan de HDP jî wek AKPê ye. heta mirov dikare bêje kopya hev in. Qedera Tirkiyeyê bi HDP û AKPê ve girêdayî ye û herdu partiyan jî namzedên xwe ne li gorî sosyolojiya xwe diyar kirin. Mesele AKPe hemû kesên xwe yên girîng li Stenbolê dane nîşandan. Di nava namzedên Stenbolê kesekî kurd tuneye piranî kesên girîn in. Halbûkî pirsgirêk û problema heyî ya welat di rûyê van kesên girîng de derketiye û AKPê ev nedît. Aha ev kesên girîng tenê dikarin beşdariya merasîmên fermî bibin, tu qabîliyeteke wan ku tevlî civakê bibin û derdê însana fêhm bikin tuneye. Mixabin dema namzed hatin nîşandan kes li vê krîterê nefikirî."

HDP-Partiya Demokratîk a Gelan
© Sputnik / Osman Orsal
‘PARTIYA SAADETÊ WÊ SUPRÎZEKÊ BIKE'

Işik di dawiya axaftina xwe got: "Di mijara diyarkirina namzedan de HDP jî wek AKPê kir. Piraniya namzedên xwe ji çepgirên tirk, hûnermend û stranbêjan bijartin û ew nîşandan. Jixwe gelek jî nayên naskirin û hisabê ku bi van wê ji tirka dengan wergirin kirin. Ev jî rewşeke ji qutbûna sosyolojiya xwe ye. Li şûna kesên ku ji derdê gel fêhm bikin kesên îdeolojîk û îtaetkar namzed nîşandan. Mixabin herdu partî wiha û di vê meseleyê de dişibin hev. Herî dawî dixwazim vê bêjim. Li gor tiştê xuyayî dibe Partiya Saadetê li herêma kurdan suprîzekê bike. Çimkî rewşa ekonomîk a Tîrkiyeyê, rewşa heyî ya siyasî û ya sêyem lîsteyên namzedên parlamenteriyê dê ji vê hilbijartinê encamên suprîz derxîne. Tablo wiha xuyaye û ez bawerim wê gelek suprîzên din jî bibin. Ev hilbijartin di tura yekem de naqede û bi qenaeta min di berfenbara 2018an de dîsa wê hilbijartina pêşwext were lidarxistin."

Bi heman mijarî:

Encamên 103 navendên hilbijartinê hatin betalkirin
Li Venzuellayê dengdana hilbijartinê dest pê kir
Li Tirkiyeyê cihê partiyên siyasî yê di pisûlaya hilbijartinê de eşkere bû
Dr. Barzanî: Kesî nedî Serok Barzanî di hilbijartinê de deng da
Baroya Amedê bal kişand ser Rewşa Awarte û ewlehiya Hilbijartinê
Demîrtaş ji ber xebatên hilbijartinê tev li danişînê nebû
Partiyên Kurdistanî: Tifaqa hilbijartinê ji ber helwesta HDPê têk çû
Etîketan:
AKP, HDP, Îlhamî Işik, Amed, Tirkiye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de