06:56 22 Hezîran 2018
Alaya HDP

Afro-tirkek bû Namzetê HDPê yê parlementeriyê

© Foto : Gulnush Ergul
Tirkiye
Lînkê kurt
0 20

Hat ragihandin ku Yalçin Yanik ê afro-tirk, ji bo hilbijartinên 24ê Hezîranê bû namzetê HDPê yê Îzmirê. Yanik diyar kir ku ew ji bo cîhaneke bê sînor û bê çîn û bê kole bûye namzetê HDPê û ger ew were hilbijartin dê mafê kedê biparêze.

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ji bo hilbijartina 24ê Hezîranê ya paralmenterî û serokomariyê di 21ê Gulanê de namzetên xwe diyar kirin û di 22ê Gulanê de li Enqereyê dan naskirin. Yek ji namzetên ku hat diyarkirin karkerê çermê pêlavan Yalçin Yanik e. Yanik, wekî ‘afro-tirk' tê nasîn. Malbata Yanik di sedsala 15emîn de ji Efrîqayê hatie Anatoliyê.

Yanik, derbarê namzetbûna xwe de ji Ajansa Mezopotamya (MA) re axivî. Yanik anî ziman ku bav û kalên wî wekî kole hatine ser vê axê naxwaze êdî mirov wekî kole bijîn û li dijî koletiyê têdikoşe. Yanik, diyar kir ku ji bo cîhanek bê sînor, bê çîn û bê kole HDP tercîh kiriye.

Bi heman mijarî:

HDP lîsteya parlamaneteran îro radestî YSKyê dike, gellek navên nû hene
Onder: HDP wê ji sedî 14ê dengan bistîne
Demirtaş: Ger HDP bendê derbas bike, hûn dikarin ji AKPê re bibêjin oxir be
Buldan: Eger HDP li derveyê parlamentoyê bimîne wê dîsa hilbijartin çêbibe
‘HDP û Huda-Par ber bi tifaqê ve diçin'
Etîketan:
Afro tirk, Hilbijartin, Namzet, Yalçin Yanik, Izmîr
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de