04:26 22 Hezîran 2018
Traktor

Cotkarê deyndar li ber avahiya bankayê xwest xwe bişewitîne

© Sputnik / Gleb Kotov
Tirkiye
Lînkê kurt
0 0 0

Li bajarê Meletî ya Tirkiyeyê kesê bi navê Metin Ç. ku bi cotkariyê debara xwe dike ji ber ku deynê wî yê bankayê nehat paşxistin banka protesto kir. Cotkar li pêş avahiya bankayê benzîn bi ser xwe de dakir ku xwe bişewitîne.

Li gor nûçeya Rojnameya Sozcuyê bûyer li navçeya Doganşehira Meletiyê qewimiye. Metin Ç. tûtina berhev kiribû bi traktora xwe anî ber avahiya bankaya ku deyndarê wê ye û paşê bangî midurê bankayê kir û got, "Were pereyê xwe bibe, an jî were em bi hevre bişewitin. Te deynê min paş de nexist, de were." û xwest xwe bi benzînê bişewitîne.

​Cotkar Metin Ç. piştî ku polîs hatin cihê bûyerê hat desteserkirin, herwiha polîsan nehiştin endamên çapemeniyê dîmenan bikşînin. Dîmenên bûyerê parlamenterê CHPê Aykut Erdogdu li ser hesabê xwe yê medyaya civakî parve kir.

Etîketan:
deyndar, cotkar, Metin Ç, Tirkiye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de