06:59 22 Hezîran 2018
HDP - HDPê - Ala HDPê

DDKD: Di hilbijartinên 24ê Hezîranê de em ê piştgirî bidin HDPê

© AP Photo / Emrah Gurel
Tirkiye
Lînkê kurt
Tirkiye diçe hilbijartinên pêşwext (181)
0 30

Komeleya Şoreşgerên Demokrat a Kurd (DDKD) ku beriya derbeya leşkerî ya 12ê Îlonê ji rêxistinên herî mezin ên kurdî bû, ragihand ku di hilbijartinên 24ê Hezîranê de dê piştgirî bidin HDPê.

Navenda Giştî ya Komeleya Şoreşgerên Demokrat a Kurd (DDKD) daxuyaniyek belav kir û ragihand. DDKD di daxuyaniya xwe de ev tişt gotin:

"Bi rojeva hilbijartinên 24 ê Hezîran 2018an a di siyasetê de geşedanên balkêş û bi kelecan derketin holê. Bi taybet partî û rêxistinên kurdan daxuyanîya hevbeşî û tifaqa hilbijatinê ya bi HDPê re, ya herî balkêş û ji bo dahatûyê ya bi hêvî bû.

‘HEVDÎTINÊN PARTÎ Û RÊXISTİNÊN KURDAN YÊ BI ARMANCA TIFAQA HILBIJARTINÊ YA BI HDPê RE BI SER NEKETIBE JÎ…'

Sedem çi dibin bila bibin, hevdîtinên partî û rêxistinên kurda yê bi armanca tifaqa hilbijartinê ya bi HDP re bi ser neketibe jî ev ne dawiya her tiştîye, berovajî wê ev hêvîya xebatên hevbeşî û tifaqan zêde kirîye û derîyê tifaqa navbera rêxistinên kurdan de vekirîye.

‘DI HILBIJARTINA 24Ê DE HEZÎRANÊ DE BI DENGDAN EM Ê ALÎKARÎ BIDIN HDPê'

Tifaq û xebata hevbeş bo partî û rêxistinên kurdan, daxwaz û hêvîya gel bû, bes ev xebat li gor hêvîyên gel bi ser neketibe jî, bir armanca ji daxwaza gelê kurd re bibe bersîvek erênî, di serî de; jibo xebat û tekoşînek, perwerdehiya bi zimanê zikmakî, fermiyeta zimanê kurdî, nasnameya kurdî di ewlehiya makezagonê de be û bi fikr û ramanên, ji bo tevînekên maf û azadî yên bingehîn, amadekirina makezagoneke demokratik û sivîl, em bi gelê xwe re parve dikin ku, di hilbijartina 24ê de Hezîranê de bi dengdan em ê alîkarî bidin HDPê."

Mijar:
Tirkiye diçe hilbijartinên pêşwext (181)

Bi heman mijarî:

Demirtaş ji namzedên HDPê re peyamek şand
Parlamenterên HDPê yên di lîsteya nû de cih negirtin
Bajar bi bajar namzedên HDPê
Cihên ku hevserokên HDPê wê lê bibin namzet diyar bûn
Sînemakarê tirk Bariş Atay ji HDPê bû namzedê parlamenteriyê
Etîketan:
Hilbijartinên 24ê Hezîranê, HDPê, HDP, DDKD, Kurdistan, Tirkiye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de