00:47 20 Hezîran 2018
Zekeriya Yapicioglu - Serokê Huda-Parê

HUDA-PAR dê di hilbijartina serokomariyê de piştgiriya kê bike?

© Sputnik / Sertaç Kayar
Tirkiye
Lînkê kurt
0 01

Partiya Doza Azad (HUDA-PAR) li bajarên wekî Amed û Batmanê bi namzedên serbixwe beşadariya hilbijartinên pêşwext ên 24ê Hezîranê yên parlamentoyê dike, li 81 bajarên Tirkiyeyê jî bi amblema xwe beşdarî hilbijartinan dibe.

HUDA-PARê di hevdîtinên ji bo tifaqên hilbijartinê de bi ti aliyekî siyasî re li hev nekir û biryar da ku bi serê xwe bikeve hilbijartinan.

Serokê Giştî yê HUDA-PARê Zekeriya Yapicioglu li Amedê û Cîgirê Serok Aydin Gok li Batmanê bûn namzedên parlamentariyê yên serbixwe ku ji erkên xwe yên partiyê îstifa kirin.

Li aliyê din hîn ji aliyê HUDA-PARê ve derbarê hilbijartinên serokomariyê de ku heman roja 24ê Hezîranê birêve diçin, ti daxuyaniyek nehatiye dayîn ku ew dê piştgiriya kîjan namzedî/ê bikin.

Wekîlê Serokê partiyê Mehmet Yavuz ku di heman demê de ji Stenbolê namzedê parlamentariyê yê HUDA-PARê ye, derbarê helwesta partiya wan di hilbijartinên serokomariyê de ragihand ku hîn nediyarek heye û ew dê di nav çend rojên pêş de biryara xwe ragihînin.

Yavuz diyar kir ku ew dê bi xwe derkeve pêşberî medyayê helwesta HUDA-PARê ya ji bo piştgiriya namzedê serokomariyê eşkere bike.

Bi heman mijarî:

Ji Pentagonê mikurhatineke din: Leşkerên amerîkî pir kêm pêşde çûne
Çekdarên nêzîkî Tirkiyê bi topan êrîşî taxa Şêx Meqsûd kir
Îran: Hêrsa Amerîkayê ji têkbirina DAIŞê tê
Serokê şanda PDKê: Posta serokomariyê mijara dawîn a danûstandinê ye
Venezuella nûnerê Amerîkayê dersînor dike
Li Dêrikê barhilgirike teqiya: Zarokeke 13 salî can da
Birayê mezin ê Malmisanij wefat kir: Li Pîranê spartin axê
Etîketan:
HUDA-PAR, Hilbijartin, Tirkiye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de