09:48 23 Hezîran 2018
gor - goristan

Birayê mezin ê Malmisanij wefat kir: Li Pîranê spartin axê

© Sputnik / Sertaç Kayar
Tirkiye
Lînkê kurt
Salih Turan
0 0 0

Birayê zimanzan û lêkolînerê Kurd Malmisanij ê mezin, Hasan Tayfun li Amedê çû ser dilovaniya xwe.

Li ser torên medya civakî derbarê ku mamosteyê kurd Malmisanij wefat kiriye nûçe hatin belavkirin, lê Spûtnîkê bi jêderên nêzîkî malbatê piştrast kir ku birayê Malmisanij ê mezin Hasan Tayfun wefat kiriye.

Hat zanîn ku mamoste Malmisanij piştî bihîstina wefata birayê xwe civîna xwe ya li Zanîngeha Artukluyê betal kiriye û bi hawariyê çûye.

​Hasan Tayfun li Amedê jiyana xwe dewam kir. Cenazeyê Tayfun li Pîranê hatiye veşartin û sibe li Amedê taziyeya malbatê tê danîn.

 

Etîketan:
Wefat, Hasan Tayfun, Mehmet Tayfun, Malmîsanij, Tirkiye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de