06:57 22 Hezîran 2018
Amed- ji Amedê wêneyên 4 demsalan

Beriya fitarê li Amedê baraneke xurt bariya: Behr hatiye Amedê!

© Sputnik / Sertaç Kayar
Tirkiye
Lînkê kurt
Sertaç Kayar
0 0 0

Îro danê êvarê beriya fitarê li bajarê Amedê baraneke xurt bariya û gelek kolan û dikan di bin avê de man.

Peyamnêrê Spûtnîk Kurdistanê ji Amedê ragihand ku beriya fitarê bi kêliyekê baraneke xurt li bajêr bariya û hişt ku gelek kolan û dikanên esnafan di bin avê de bimînin.

Herwiha piştî baranê dîmenên balkêş jî derketin holê ku rewşa piştî baranê raxistin pêş çavan.

Xelkê bajêr dibêjin, her tim piştî baranê Amed dikeve vê rewşê ji ber ku binesaziya bajêr têk çûye û li gor rewşên bobelatan nehatiya nûkirin.

'BEHR HATIYE AMEDÊ'

Welatiyek jî di vîdyoyê de dibêje, "Behr hatiya Amedê" û henekê xwe bi vê rewşa piştî barîna baranê dike.

Hat zanîn ku barana zêde ya ji nişka ve herî zêde bandor li taxên navçeya Rezan û Yenîşehîrê kiriye.

Hîn ziyanên bobelata piştî baranê ya li Amedê diyar nebûne.

Bi heman mijarî:

Trump: Dibe ku zîrweya Koreya Bakur were paşxistin
Serokwezîrê berê yê Japonyayê bo Pûtîn: Em bi dewletên xwedî çekên nukleerî dorpêçkirî ne
Muqteda es Sedir: Divê hikûmeta nû pirsgireka li gel kurdan çareser bike
Ulyanov: Bingeheke hiqûqî ya daxwaza Amerîkayê ku Îran ji Sûriyê derê tune
Amerîkayê mueyide li ser 5 kesên îranî sepandin
Brett McGurk bi serkirdeyên çar partiyên kurdî ên nerazî re civiya
Barzanî bi nameyekê ji serokê filistînî re silametî xwest
Etîketan:
Amed, Tirkiye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de