22:25 20 Hezîran 2018
AmedSpor

Polîsan alîgirên Amedsporê tazî kirin

© Foto : Diyarbakir.bel.tr
Tirkiye
Lînkê kurt
Vejdi Uluç
0 01

Polîsên tirk nexwestin alîgir bi formeyê Amedsporê bikevin pêşbirkê û formeyên li ser alîgiran komkirin. Serokê klûba Amedsporê Nurullah Edemen jî bûyer piştrast kir ku destûra bi formeyê Amedsporê nehatiye dayin.

Îro li Stenbolê di navbera tîmên Diyarbekirspor û Ankarademirsporê de pêşbirka fînalê ya playofê wê bê lîstin. Ji bo alîkariyê alîgirên Amedsporê jî xwestin bi formeyên tîma Amedsporê piştgiriyê bidin tîma bajarên xwe, lê ji ber formeyên Amedsporê ku alîgiran li xwe kiribûn ji aliyê polîsan ve hatin komkirin û nehiştin bi bikevin qadê.

​Serokê Amedsporê Nurallah Edemen ji Sputnikê re axivî û diyar kir ku alîgirên wan ji bo piştgiriyê bidin tîma Diyarbekirsporê bi formeyên Amedsporê xwestine biçin pêşbirkê temaşe bikin, lê polîsên tirk destûr nedana ku alîgirên me bi formeyên xwe beşdarî pêşbirkê bibin.

Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de