20:30 20 Hezîran 2018
AKP - AKPê

'Endamê El Qaîdeyê ji AKPê bû namzedê parlamenteriyê'

© AFP 2018 /
Tirkiye
Lînkê kurt
0 03

Namzedên parlamenteriyê ji bo hilbijartina 24ê Hezîranê yên partiyan doh hatin eşkerekirin. Osman Nuri Gulaçar ku beriya niha ji doza El Qaîdeyê hatibû girtin û tê îdiakirina ku berpirsê şaxa bajarê Wanê yê El Qaîdeyê ji lîsteya AKPê ya bajarê Wanê bû namzed.

Osman Nuri Gulaçar di sala 2009an de bi hinceta ku berpirsê şaxa bajarê Wanê yê El Qaîdeyê ye hat girtin. Osman Nuri di hiljiartina herêmî ya 2014an de ji Partiya Dadwerî û Geşedanê (AKP) bû namzedê şaraderiya bajarê mezin a Wanê. Herwiha Nuri di hilbijartinê de bi ser neket.

Osman Nuri ji AKPê li bajerê Wanê di rêza yekem de bû namzedê parlamenteriyê. Herwiha AKPê di hilbijartina 7ê Hezîranê de ji bajarê Wanê kursiyeke parlamenteriyê, di 1ê Mijdarê de jî 2 kursiyên parlamenteriyê bi dest xistibû.

Hêjayê gotinê ye ku Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan di derbarê Osman Nuri Gulaçar de gotibû ku ‘Mirovekî paqij e'

Bi heman mijarî:

HDP lîsteya parlamaneteran îro radestî YSKyê dike, gellek navên nû hene
Onder: HDP wê ji sedî 14ê dengan bistîne
Demirtaş: Ger HDP bendê derbas bike, hûn dikarin ji AKPê re bibêjin oxir be
Buldan: Eger HDP li derveyê parlamentoyê bimîne wê dîsa hilbijartin çêbibe
‘HDP û Huda-Par ber bi tifaqê ve diçin'
Etîketan:
namzet, Osman Nuri Gulaçar, Tirkiye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de