13:30 23 Hezîran 2018
Selahattin Demirtaş

Demirtaş ji namzedên HDPê re peyamek şand

© AFP 2018 / Ozan Köse
Tirkiye
Lînkê kurt
0 20

Nazmetê HDPê yê Serokomariyê Selahattin Demirtaş ji endamên parlementeriyê yên HDPê re nameyek şand. Demirtaş diyar kir ku 24ê Hezîranê tarîxeke girîng e, "Çimkî hûn nûnerên gel ên ku di demên herî zexm de gotiye ‘kral tazî' ye. Hîç gumana min nîne ku dê her yek ji we li gorî wê pêwistiya tevbigerin."

Namzetê Serokkomariyê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ji Girtîgeha Edîrneyê ji bo civîna danasîna namzetên HDPê ya li Enqerê peyamek şand. Nameya Demirtaş di civîna civîna nasandina namzetên HDPê de hat xwednin. Demirtaş di peyama xwe de got: "Ez we hemû hevalên xwe yên hêja ên namzetên parlamenteriya bi coş û hezkirin silav dikim."

Demirtaş xîtabî namzetên parlementeriyê kir û amaje kir ku wan berpirsyariyeke mezin girtiye ser xwe, "24ê Hezîranê di têkoşîna me ya siyasî ya ku bi salan berdewam dike demeke tarîxî ye. Ji bo em di vê hilbijartinê de destkeftiyeke mayînde bi dest bixin em ê di kolan û qadan têbikoşin. Ez dilniya me ku her devera ku hûn biçin hûn dê rastî hezkirina gelê me yê xizan, ciwan, jin û kedkaran bên. Çimkî hûn nûnerên gel ên ku di demên herî zexm de gotiye ‘kral tazî' ye. Hîç gumana min nîne ku dê her yek ji we li gorî wê pêwistiya tevbigerin. Hûn sembolên berxwedêr û serbilind ên li dijî faşîzmê ne. Her yek ji wê dê vê mîsyona xwe bi awayekî karîger bîne cih."

Hêjayî gotinê ye ku namzetê Serokomariyê yê HDPyî Selahattin Demirtaş bi 'birêveberirin û propagandaya rêxistinê' tê tohmetbarkirin, ji 4ê Mjdara 2016an ve girtî ye. Demirtaş bangeşya xwe ya hilbijartinê ji girtîgehê bi rê ve dibe. Demirtaş bi rêya parêzerên xwe û partiya xwe bi peyaman dengê xwe digihînê hilbijêrên xwe.

Bi heman mijarî:

Parêzeran îtîrazî biryara dijî berdana Demirtaş kirin
Pervîn Buldan: Serlêdana tehliyekirina Demirtaş hat redkirin, wê gelê me wî tehliye bike
Demirtaş: Îdiayên di derbarê min de derew derketin
Îhtîmala ku Demirtaş îro were berdan heye gelo?
Demirtaş: Ez ê dayikeke kurd û dayikeke tirk bînim cem hevdu
Demirtaş: Heqê xwe helal bikin, hûn diwestin ez li vir çayê vedixwim
Etîketan:
PeyAM, Hilbijartinên Tirkiyê, Bangeşe, HDP, Selahattin Demirtaş, Tirkiye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de