05:58 21 Hezîran 2018
Amed

‘Tu îdîayeke AKPê li bajarên kurdan tuneye'

© Sputnik / Sertaç Kayar
Tirkiye
Lînkê kurt
Abdulhakim Günaydın
0 10

Rojnamevan û nivîskarê rojnameya Cumhurriyetê Kemal Can lîsteya HDPê ya namzedên parlamenteriyê, pirsgirêka bende û rewşa AKPê ya li bajarê kurdan ji ajansa Spûtnîk Kurdistanê re şîrove kir.

Rojnamevan û nivîskarê rojnameya Cumhurriyetê Kemal Can ji bo lîsteya HDPê ya namzedên parlamenteriyê û problema bendavê got: "Em nizanin bê wê çi qas lîsteya namzedan ku hatiye amadekirin bandorê li derbaskirina benda hilbijartinê bike, lê motîvasyona HDPê ya li ser dengdêran ku bandorê li wan bike û wan bibe ser sindoqan. Li gor qenaeta min wê tesîra lîsteya namzedan di derbaskirina bendê de ne xwediyê bandoreke mezin be. Kesên çepgir û muxalif ku li hinek bajarên mezin namzed hatin nîşandan ên wek sembol dibe tesîrê li çend grûban çebike."

MIJARA GIRÎNG A HEVDÎTINA HDP Û CHPÊ ÇI YE?

Nivîskar Kemal Can di berdewamiya axaftina xwe de got: "Belkî beşek dildarên CHPê yên demokrat deng bidin. Heta em dikarin bêjin CHPê di lîsteyên xwe de cih neda namzedên çepgir û îhtîmale beşek dengê xwe bide HDPê. Lîsteyên parlamenterî yên CHPê ne di eleyhê HDPê de ye heta hinekî ji bo wê jî baş e. Lê tabî tişta herî mezin û girîng ewlehî û parastina sindoqan e. Li bajarên rojava bi organîze û hebûna partiyan dibe rê li ber gendeliyê were girtin. Lê li herêmê HDPê tenê ye, hem divê sindoqan biparêze û hem jî divê dengdêrên xwe bibe ser sindoqan. Eger bikarebe xwedîtî û kontrol bike ji bo encamên hilbijartinê dê pir baş be. Yanî parastina sindoqên li herêmê wê her tiştî diyar bike. Dibe ji partiyên muxalif CHP ji bo parastina sindoqan piştgiriyê bide HDPê û ji bo vê ez dizanim hinek hevdîtin jî çêdibin. Ji bo HDPê di hilbijartinan de faktora herî girîng parastin û ewlehiya sindoqan e."

‘AKPÊ JI BER POLÎTÎKAYÊN GIŞTÎ Û EFRÎNÊ LI HERÊMA KURDAN HER ÇÛ KÊM KIR'

Kemal Can di dirêjiya axaftina xwe de rewşa AKP li herêma kurdan nirxand û got: "AKPê di xebata anket û lêkolînî ya namzed û rêxistinên herêmê de jî didît ku bi ti awayî dengên kurdan venagerin. AKPê hem di polîtîkaya xwe ya giştî de gavên ku dengên kurdan vegerîne navêt, heta gavên berovajî avêtin û hem jî meseleya mudaxeleya Efrînê ev problem kurtir kir. Ji xwe ji sala 2015an ve dengdêrên kurd reaksiyonek nîşan didan AKPê jî ev reaksiyon zêdetir kir. Wekî din ev demeke dirêj e di hemû pîvan û lêkolînên herêmê de AKPê her diçe bi awayekî rêk û pêk bandora xwe winda dike. Yanî berbiçav jî derdikeve holê ku li ber kêmbûnê ye."

‘AKPÊ NAMZEDÊN BERÊ CEZA KIRIN'

Can di dawiya axaftina xwe de namzedên AKPê yên li herêmê nirxandin û got: " Rewşa giştî ya AKPê li herêma kurdan û meseleya nîşandana namzedên kêmprofîl derdikeve holê ku dixwaze dengdêrên xwe yên mihefezar biparêze. Ev bi awayekî eşkere derketiye berçav. AKPê li herêmê cih neda kesên zanîn, qesta min ji zanînan yên ku di raya giştî ya Tirkiyeyê de têne naskirinê ye. Ev namzed nîşannedan an dibe cezayekî kêrnehatîbûnê be û an jî dibe AKP herêm çi çav derxistibe û ti îdîayeke wê nemabe. Ev herdu îhtîmal jî hene. Zêdetir cih da kesên herêmî û bi vê dixwaze qada xwe ya parastî mihefeze bike. Rewş ji derve e wiha xuya dike."

Bi heman mijarî:

‘AKP, Gul û Davutoglu bi sûcdariya FETOyê tirsandin'
Gezici: AKP-MHP li parlamentoyê piraniyê bi dest naxe
Demirtaş: AKP piştgiriya xwe wenda dike û mirov ji AKPê aciz bûne
'Heke AKP serdestiya parlamentoyê bi dest nexe Erdogan dê biçe hilbijartinê'
‘40 şaristaniyan xirab nekir lê aniha AKP xirab dike'
SONAR: Tifaqa AKP-MHPê ji sedî 50î derbas nake
ANAR: Rêjeya dengên Tifaqa AKP-MHPê bi zehmetî 50 ji sedî derbas dike
Etîketan:
CHP, AKP, HDP, Kemal Can, Tirkiye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de