22:25 18 Hezîran 2018
Selahattin demirtaş

Parêzeran îtîrazî biryara dijî berdana Demirtaş kirin

© REUTERS / Umit Bektas
Tirkiye
Lînkê kurt
0 0 0

Hat ragihandin ku tehliyekirina namzedê serokomariyê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahattin Demirtaş li dijî du dengên neyinî bi dengekî erênî ve hatibû redkirin. Parêzerên Demirtaş îtirazî biryara reddê kirin.

Bi armanca tehliyeya Selahattin Demirtaş 15ê Gulanê serî li Dadgeha Cezaya Giran a Enqereyê hatibû dayin. Herwiha pêşniyaza serbestberdana Demirtaş duh li dijî du dengên neyinî bi degnekî erênî ve hat redkirin.

Li gor nûçeya Rojnameya Cumhuriyetê di nivîsa hember biryara reddê de hat gotin ku Selahattin Demirtaş demek dirêj parlamenterî û serokê partiye kiriye, di heyama beriya niha de namzedê serokomariyê bû û cardin di hilbijartina 24ê Pûşberê de bi fermî namzede serokomariyê ye. Di nivîsa dij biryara reddê de hat xwestin ku Selahattin Demirtaş serbest bê berdan û girtina wî mafê bijartina serbest binpe dike.

Parêzerên Demirtaş biryara reddê wê bibin dadgeha jor, heke heman biryar derkeve vê carê wê serî li Dadgeha Destûra Bilind bidin.

Etîketan:
ceza, dadgeh, girtin, Tirkiye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de