09:50 23 Hezîran 2018
Devlet Bahçeli-Recep Tayyip Erdogan

Tifaqa Komarî terikî, rayedarê BBPê: Em xapandin

© Sputnik /
Tirkiye
Lînkê kurt
0 10

Tifaqa komarî ku ji aliyê AKP-MHPê ve hatibû avakirin bi beşdariya Partiya Yekîtiya Mezin (BBP) ve hejmara partiyan derketîbû sisyan. Herwiha piştî diyarkirina lîsteya namzedan rayedarên BBPê nerazîbûna xwe anîn ziman. Rayedarekî BBPyê: "Li gor lîsteyê bi tenê Desteci tê bijartin, lîstikek li me hat kirin."

Li gor nûçeya Rojnameya Sozcuyê BBPya ku ji lîsteyên AKPê dê beşdarî hilbijartina 24ê Pûşberê bibe, ji rewşa lîsteya namzedan ne raziye. Li gor lîsteyan bi tenê serokê partiyê Mustafa Destici ji cihê ku dê bê bijartin hatiye nîşandan. Destici ji herêma dudyan a Enqereyê di rêza ewil de cih digre. Herwiha di lîsteyên AKPê de 18 namzedên parlamenteriyê yê BBPê hatin nîşandan.

Li gor nûçeya rojnameyê dîwana serokatiya BBP îro dê bi mijara tifaqê guftugo bike bicive û lîsteyan binirxînin. Herwiha dê guherîna lîsteyan bên rojevê û pêşniyaza xwe pêşkêş bikin, heke neyê qebûlkirin vekşîna ji tifaqê jî dê bê rojevê.

Bi heman mijarî:

Serokê MHPê bersiva, 'Kurd dengên xwe nadin Tifaqa Cumhur' da
Mediar: Tifaqa cumhur di meclîsê de serdestiyê bidest naxe
Erdogan qanûna tifaqa Cumhur û ewlekariya hilbijartinê pesend kir
Etîketan:
hilbijartin, bbp, Tifaqa AKPê û MHPê, Sozcu, Tirkiye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de