22:58 21 Hezîran 2018
Ihsan Eliaçik

‘Dibe ku li Tirkiyeyê carek din hilbijartin neyên lidarxistin'

© Sputnik / Sertaç Kayar
Tirkiye
Lînkê kurt
0 10

Nivîskar Ihsan Eliaçik hilbijartinên 24ê Pûşberê yên Tirkiyeyê nirxand: "Bo nebe hilbijartina dawî divê êdî TEMAM bê gotin." Eliaçik da zanîn ku li Tirkiyeyê dibe ku carek din hilbijartin neyên lidarxistin, dibe ku carek din sindoq neyên pêş me, dibe ku welat bibe wek Iraq, Sûriye û Lîbyayê.

Nivîskar Ihsan Eliaçik ji Rojnameya Birgunê re axivî û daxuyaniyên girîng dan. Eliaçik da zanîn ku neheqî li namzedê serokomariyê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahattin Demirtaş tê kirin û divê demildest serbest bê berdan. Eliaçik: "Reqîbê te wê di girtîgehê de be, lê tuyê li derve li qadan derbarê wî de bi axive û rexne bike, navê vê li her derê cîhanê neheqî ye, ji ber vê jî Demirtaş divê serbest bê berdan û partiyên muxalefetê jî bi deklarasyonekê bertekê nişanî vê rewşê bidin."

Eliaçik di axaftina xwe de girîngiya hilbijartinên 24ê Pûşberê bi van gotinan anî ziman: "Dibe li Tirkiyeyê carek din hilbijartin neyên lidarxistin, carek din sindoq neyên pêş me, welat dibe ku bibe wek Sûriyê, Iraq û Lîbyayê." Eliaçik ji Azerbaycan û Turkmenistanê mînak dan ku bi yek zilamî tên birêvebirin û di her hilbijartinê de ji %95 dengan distînin, em ber bi dewletekî wisa ve diçin, ji bo pêşî li ber bê girtin divê di hilbijartinan de TEMAM bê gotin.

Bi heman mijarî:

Erdogan: Me ji namzedên parlamenteriyê teahudek nivîskî xwest
Encamên 103 navendên hilbijartinê hatin betalkirin
HAK-PARê li bajarên kurdan 5 namzedên serbixwe danîn
Serokê MHPê bersiva, 'Kurd dengên xwe nadin Tifaqa Cumhur' da
Etîketan:
temam, hilbijartin, serokomarî, parlamenterî, Ihsan Eliaçik, Tirkiye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de