06:58 22 Hezîran 2018
Mîtinga Qûdsê li Stenbolê  - Erdogan

Erdogan: Me ji namzedên parlamenteriyê teahudek nivîskî xwest

© AFP 2018 / Bulent Kilic
Tirkiye
Lînkê kurt
0 02

Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan eşkere kir ku ji namzedên di lîsteya hilbijartina 24ê Pûşberê de cih girtin de me teahudek nivîskî xwestiye, parlamenter 3 rojan dê li Enqereyê bin 3 rojan jî wê li herêma hilbijartinê bin.

Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan di vegera serdana Bosna Hersekê de di balafirê de bersivên pirsên rojnamevanan da. Erdogan bilêv kir ku bo parlamenteriyê liyakat girînge, kesên ku li gor prensîbên me yên parlamentoyê tevnegeriyane neketine lîsteyê. Erdogan: "Me vê carê ji bo heyama nû ji namzedan teahudek nivîskî xwest, hefteyê 3 rojan wê li Enqereyê bin, 3 rojan jî wê li ofîsa herêma hilbijartinê bin, li wan ofîsan wê xebatên xwe bimeşînin û raporê radestî me bikin."

Herwiha Erdogan derbarê mijara boykotkirina berên Îsraîlê de jî got ku wek Teşkîlata Hevkariya Îslamê me biryara pêşniyaza boykotkirina berên Îsraîlê stendiye û hêviya min ew e endamên teşkîlatê vê biryara bisepînin. Erdogan eşkere kir ku piştî hilbijartinê em ê di vê îstîqametê de biryarek bistînin.

Bi heman mijarî:

'Ez bêm hilbijartin, ez ê Esadî vexwînim Enqereyê'
Li Iraqê hilbijartin bi dawî bû lê nîqaş berdewam in
Eniya Tirkmenan û 6 partiyên Kurdistanê dixwazin hilbijartin werin betalkirin
'Eger werim hilbijartin ez ê Hulusi Akar ji wezîfê bistînim'
Etîketan:
parlamenter, hilbijartin, Recep Tayyip Erdogan, Tirkiye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de