01:01 20 Hezîran 2018
Devlet Bahçeli

Serokê MHPê bersiva, 'Kurd dengên xwe nadin Tifaqa Cumhur' da

© AFP 2018 / Adem Altan
Tirkiye
Lînkê kurt
0 01

Serokê Giştî yê Partiya Tevgera Neteweperwer (MHP) Devlet Bahçelî li ser nirxandinên ku dê ji ber tifaqa bi MHPê re, (Tifaqa Cumhur) AK Partî dengên kurdan ji nestîne got, “Yên ku kurdan wekî dijminê MHPê nîşan didin û wan ji bo xerabkariyê tev didin bêşeref in.”

Bahçelî li ser hesabê xwe yê twitterê got, "Yên ku kurdan wekî dijminê MHPê nîşan dide û wan ji bo xerabkariyê tev dide bêşeref in. Herwiha yên vê dikin xiyaneteke mezin li welat, milet û bihevrejiyana hezar salan dikin."

Bahçelî wiha pê de çû: "Yên ku kurdîtiya siyasî didin pêş avê ji aşê PKKê re dikişînin. Birayên min ê esil kurd ne li dijî MHPê ne, yên li dijî kurdan PKK û hezkiriyên PYD/YPGê ne."

​Serokê MHPê herwiha ji bo yên dibêjin; wê ji ber MHPê dengên kurdan herin ji cihekî din re got ku ew ajan, bêesil û bombeyên bi saetê sazkirî yên li ser rojname û televizyonan hatine danîn in.

Bi heman mijarî:

Li Hatayê wesayîta leşkerî qulibî: 11 leşker birîndar bûn
Ji Pentagonê daxuyaniya Îranê: Çi pêwîst be em ê bikin
Pûtîn pirozbahî li Maduro kir
Sedir û Amirî civiyan: Divê ji bo hikûmeta nû ya Iraqê lêz bê kirin
Rûhanî bertek nîşanî Pompeoyî da: Tu kî yî ku...
Li bajarê Marsîlya yê Fransayê êrîşa çekdarî
Ji Pompeo ji bo Barzanî: Em ê bi hev re bixebitin
Etîketan:
Tifaqa Cumhur, Devlet Bahçelî, MHP, Kurd, Tirkiye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de