19:05 23 Hezîran 2018
Selahattin Demirtaş

Pervîn Buldan: Serlêdana tehliyekirina Demirtaş hat redkirin, wê gelê me wî tehliye bike

© Foto : HDP
Tirkiye
Lînkê kurt
0 0 0

Daxwaza berdana namzetê Partiya Demokratîk a Gelan(HDP) yê Serokomariyê Selahattin Demirtaş hat redkirin. Hevseroka HDPê Pervîn Buldan li ser redkirina tehliyekirinê got, "Wê gelê me wî tehliye bike."

Namzedê HDPê yê hilbijartinên serokomariya Tirkiyeyê Selahattin Demirtaş bi helkefta ku namzetê serokomariyê ye daxwaza berdana wî hatibû kirin. Ev daxwaza Demirtaş ji aliyê dadgehê ve hat redkirin.

Parlementera HDPê Ayşe Acar Başaran û hejmarek parêzer 15ê Gulanê ji bo berdana Demirtaşî serî li 19emîn Dadgeha Giran a Cizayê ya Enqerê dan. Dadgehê derbarê vê serlêdanê de biryara xwe da.

Li gorî medya tirkî dadgehê daxwaza berdana wî red kir û biryar da ku bi awayekî girtî were darizandin.

​Ji aliyê edi din ve parêzerê Demirtaş Mahsuni Karaman derbarê mijarê de bi rêya hesabê xwe yê Twitterê daxuyaniyek da û got ev agahî hêj nehatiye piştrastkirin.

Parêzer Karaman, "Derbarê redkirina serlêdanên me de di çapemeniyê de nûçe derdkevin lê vê saetê ne pêkan e ku ev agahî were piştraskirin."

Hevseroka HDPê Pervîn Buldan derengiya şevê li ser serlêdana tehliyekirina Demirtaş derengiya şevê bi twîtekê piştrast kir ku tehliyekirina wî hatiye red kirin.

Buldan got, "Serlêdana tehliyekirinê ya namzedê me yê serokomariyê Selahattîn Demirtaş hat redkirin. Wê gelê me wî tehliye bike."

Bi heman mijarî:

Demirtaş: Îdiayên di derbarê min de derew derketin
Îhtîmala ku Demirtaş îro were berdan heye gelo?
Demirtaş: Ez ê dayikeke kurd û dayikeke tirk bînim cem hevdu
Etîketan:
Namzetê Serokomariye, Daxwaza Serbestberdanê, HDPê, HDP, Mahsuni Karaman, Selahattin Demirtaş, Tirkiye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de