09:46 23 Hezîran 2018
Euro, dolar, sterlin, pere, dovîz

'Îflasa Tirkiyeyê dest pê kir'

© REUTERS / Murad Sezer
Tirkiye
Lînkê kurt
0 20

Rojnameya Neue Zurcher Zeitungê ya swîsrî hevpeyvînek bi aborînasê makro û dîroknasê fînansê Russel Napier re kir ku wî jî got, "qeyraneke mezin li hêviya Tirkiyeyê ye û îflasa wê dest pê kiriye."

Napier bi rojameya Neue Zurcher Zeitungê ya navdar re axift û derbarê Tirkiyeyê re daxuyaniyên giring dan.

Li gorî medyaya Tirkiyeyê, Napierî îdîa kiriye di bazara cîhanî de bûyerên salên 80yî dê dîsa pêk werin, qeyraneke mezin li hêviya Tirkiyeyê ye û got ku "îflasa Tirkiyeyê dest pê kiriye." Aborînasî gotiye ku herî dereng piştî hilbijartinê, nirxê lîreya tirkî dê gelekî kêm bibe û Tirkiye êdî ketiye rewşekê ku nikare deynên xwe bide ku ew deyn bi qasî 400 milyar dolarî ye. Napierî pêşbîn kir ku ev qeyran dê herî zêde bandorê li bankayên frensî û îtalî bike û got ku Yekîtiya Ewropayê dê van bankayan rizgar bike.

"ŞIRKET JI NIHA VE DEYNÊN XWE VESAZ DIKIN"

Aborînasî diyar kir ku şirketên deynên wan ên bi pereyên biyanî hene, zehmetiyê di dana wan deynan de dibînin û mînakên wek OTAŞ(Turke Telekom) û Doguş Holdingê nîşan dan û teqez kir ku ev şirket ji niha ve deynên xwe vesaz dikin.

Herwiha Napierî diyar kir ku îflasa Tirkiyeyê dê bandorê li qeyrana cîhanî bike ku berî niha jî wî îdia kiribû ku hikûmeta Tirkiyeyê dê neçar bimîne ku derketina pereyên biyanî kontrol bike. Hefteya borî Qanûna Derbar3e Parastina Nirxê Pereyên Tirkî ya hejmara 1567an hefteya borî hatibû guhertin.

Bi heman mijarî:

Almanyayê jî derî li Tirkiyeyê girt
YSKê partiyên dikarin tev li hilbijartinên Tirkiyeyê bibin eşkere kirin
'Du partiyên dijber ên Tirkiyeyê ji bo hilbijartinan li hev kir'
‘Rûsya û Îran ji Tirkiyeyê daxwaz kirin ku hêza xwe ji Efrînê bikişîne’
Lavrov ji bo S-400ê daxuyaniyek da: Şantajê li Tirkiyeyê dikin
Herî kêm 10 zanîngehên Tirkiyeyê têne perçekirin
Leşkerekî artêşa Tirkiyeyê li Efrînê canê xwe ji dest da
Siyasetmedarê fransî: Ya rast ti welatên Ewropayê endamtiya Tirkiyeyê naxwaze
Etîketan:
Russel Napier, Swîsra, Îtalya, Fransa, Tirkiye, Ewropa
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de