06:59 22 Hezîran 2018
Partiya Saadetê

Partiya Saadetê lîsteya namzedên xwe teslîmî YSKyê kir

© AFP 2018 / Hocine Zaourar
Tirkiye
Lînkê kurt
0 0 0

Cîgirê Serokê Partiya Saadetê Hasan Bitmez lîsteya namzedên parlamenteriyê ya hilbijartina 24ê Pûşberê radestî Lijneya Bilind a Hilbijartinê (YSK) kir.

Lîsteya namzedên parlamenteriyê ya Partiya Saadetê ya hilbijartina 24ê Pûşberê bi radestkirina YSKyê ve diyar bûn. Altan Tanê ku ji HDPê îstîfa kir ji Partiya Saadetê bû namzedê rêza ewil ê herêma 3em a Stenbolê.

Herwiha şaredarê Cizîrê yê berê Haşim Haşimi di lîsteya bajarê Amedê de di rêza ewil de cih girt.

Ali Aktaşê ku gellek kes ji dahfika FETOyê xellas kirin û bû sedema tehliyekirina wan ji herêma duyem a bajarê Enqereyê di rêza dudyan bû namzedê parlamenteriyê.

Şaredarê berê yê bajarê Konyayê Mustafa Ozkafa ji Konyayê di rêza ewil de bû namzed.

Bûka Oguzhan Asilturk, Nagehan Gul Asilturk di lîsteya namzedên Stenbolê de bû namzeda parlamenteriyê. Li Ardahanê jî di rêza ewil de xizmê Gurbuz Çapanê CHPyî Hakan Çapan cih girt.

Etîketan:
parlamenter, namzed, Partiya Saadetê, Tirkiye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de