04:31 22 Hezîran 2018
Beşar Esad

'Ez bêm hilbijartin, ez ê Esadî vexwînim Enqereyê'

© Sputnik /
Tirkiye
Lînkê kurt
Tirkiye diçe hilbijartinên pêşwext (181)
0 01

Namzetê Serokkomariya Tirkiyeyê û serokê Partiya Vatanê ya Tirkiyeyê Dogu Perinçek bi ajansa RÎA Novostiyê re axifr û diyar kir, eger di hilbijartinan de bi ser keve, dê di roja yekemîn de Serokkomarê Sûriyeyê Beşar Esadî vexwîne welatî û bi vî awayî jî pêwendiyên xwe yên bi Rûsyayê re jî xurttir bike.

Anket

Hûn ê di hilbijartinên Serokkomariya Tirkiyeyê de dengê xwe bidin kê?
  • Selahattin Demirtaş
    92.7% (177)
  • Muharrem Ince
    1.6% (3)
  • Meral Akşener
    0.0% (0)
  • Temel Karamollaoglu
    1.6% (3)
  • Recep Tayyip Erdogan
    3.1% (6)
  • Dogu Perinçek
    1.0% (2)
Deng hat dayîn: 191
Perinçekî got, "dostanya di navbera Rûsya û Tirkiyeyê de ji bo çareserkirina konflîkta Sûriyeyê diyardeyeke giring e. Eger ez di hilbijartinan de bi ser kevim. Hema roja din, ez ê Serokkomarê Sûriyeyê Beşar Esadî vexwînim Tirkiyeyê. Ez ê balafiran bişînim dû wî û li balafirgehê bi xwe pêşwaziya wî bikim. Bi vî awayî em ê pêwendiyên navbera Sûriye û Tirkiyeyê vejînin û di heman demê de pêwendiyên xwe yên bi Rûsyayê re di ser mihwerê Enqere-Şam-Moskowê re xurt bikin."

Hilbijartina Serokkomariya Tirkiyeyê ya pêşwext di 24ê Hezîranê de bi rê ve diçe û Serokkomarê Tirkiyeyê yê niha û Serokê AKPê Recep Tayyip Erdogan, Parlamenterê CHPê yê Yalvoayê Muharrem Ince, Hevserokê berê yê HDPê Selahattin Demirtaş, Serokê IYI Partiyê Meral Akşener û Serokê Saadetê Temel Karamollaoglu û Serokê Partiya Vatanê Dogu Perinçek bûne namzetên serokkomariyê.

Mijar:
Tirkiye diçe hilbijartinên pêşwext (181)

Bi heman mijarî:

Perinçek: ‘Ji bo kuştina 60 kurdên Cizîrê pir kêfxweş im’
Perinçek:'Hedefa Barzaniyan piştî Rojava, Amed e'
Perinçek: Amerîka dixwaze Tirkiyeyê perçe bike
Perinçek: Tirkiye têkeve Mûsilê, dê Amedê bide
Etîketan:
IYI Partiyê, Vatan Partisi, CHP, HDP, Muharrem Ince, Temel Karamollaoglu, Meral Akşener, Dogu Perinçek, Selahattin Demirtaş, Recep Tayyip Erdogan, Sûriye, Tirkiye, Rûsya
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de