20:18 20 Hezîran 2018
Afganistan

Milîtanan li Meyvendê êrişî karkeran kir: 5 kuştî

© AP Photo / Rahmat Gul
Tirkiye
Lînkê kurt
0 0 0

Hat ragihandin ku li navçeya Meyvend a Kandahara Afganistanê milîtanan êrişî karkerên saziya paqijkirina mayînan kir.

Li gor zanyariyên berdest, li navçeya Meyvend a bajarê Kandaharê ku dikeve bakurê Afganistanê milîtanan êrişî karkerên saziya paqijkirina mayînan kir, di encama êrişê de 5 karkeran canê xwe ji dest dan.

Midûrê Ewlehî yê Kandaharê General Ebdul Raziq di daxuyaniya xwe ya çapemenî de got: "Êrişkarên ku nasnameya wan nediyar li herêma Malang Kariz a navçeya Meyvendê êrişî karkerên ku mayîn paqij dikirin kir. Di encama êrişê de 5 karkeran canê xwe ji dest da û karkerek jî ji aliyê milîtanan ve hat revandin."

General Ebdul Raziq di dirêjiya axaftina xwe de ji êrişa karkeran rêxistina Talîbanê berpirsyar girt.

Bi heman mijarî:

Vê carê jî şape li Afganistanê rabû
Li paytexta Afganistanê teqîneke bihêz çêbû
Li Afganistanê 3 hezar û 500 kesî jiyana xwe ji dest da
Li Afganistanê êrîşî mizgeftê kirin: Herî kêm 20 kes mirin
NATO hejmara leşkerên xwe li Afganistanê derdixîne 16 hezaran
Etîketan:
Talîban, Ebdul Raziq, Afganistan
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de