01:00 20 Hezîran 2018
Newruz- Selahattin Demirtaş

Demirtaş: Îdiayên di derbarê min de derew derketin

© REUTERS / Murad Sezer
Tirkiye
Lînkê kurt
0 10

Selahattin Demirtaş li ser hesabê xwe yê twitterê ku ji aliyê parêzerê wî ve tê birêvebirin, di derbarê darizandina xwe de got ku “îdiayên di derbarê min de hatibûn amade kirin hemû derew derketin.”

Hevserokê berê yê HDPê Selahattin Demirtaş ku ev salek û 7 meh e girtî ye, îro li ser hesabê wî yê tiwîtterê hat parvekirin ku îdiayên di derbarê wê de di pêvajoya darizandina wî de hatine bikaranîn ne rast û tu bingehek wan tune ye.

Li ser hesabê Demirtaş ev îfade hatin parve kirin: Hincetên ku ji bo darizandina min dihatin bikaranîn hemû sexte derketin. Wek mînak, di sala 2012an de dozger di derbarê min de îfadeyên kesekî bi navê ‘MERCEK' ku ev kes nediyar e xistin dosya min û bi van îdiayan min heta îro darizandin. Ev dosya di 2012an de ji aliyê dozgerên FETOyê ve hatibûn amadekirin û kesên ku vê dosyayê amade kiribûn îro hemû ji FETOyê girtî ne.

Di dewamiya daxuyaniyê de ji aliyê Demirtaş ve hatiye gotin ku: Dozgerên nû dema ku dosyaya min cardin hildan binv destê xwe ji mehkemeya ewil îfadeyên kesê bi navê ‘MERCEK' cardin dixwazin, lê belê dertê holê ku kesekî wiha qet tune bûye û ew îfadeyên ku ez pê hatime darizandin hemû derew in.

Demirtaş di dawiya ifadeyên xwe de destnîşan dike ku "ev rewş dide nîşan ku bi temamî pêvajoyek bêedaletî hatiye şopandin. Ev rewş jî dide nîşan ku armanca wan ew bûye ku rakîbekî wek min bêitibar bikin û li hember xwe zeyîf bikin. Ev bûyer wê wek reştirîn bûyerekê bikeve dîroka dozgeriya vê welatê.

Bi heman mijarî:

Îhtîmala ku Demirtaş îro were berdan heye gelo?
Demirtaş: Ez ê dayikeke kurd û dayikeke tirk bînim cem hevdu
Demirtaş: Heqê xwe helal bikin, hûn diwestin ez li vir çayê vedixwim
Demirtaş: Dema albûma min derkeve, Erdogan dê bi awayekî nepen lê guhdar bike
Etîketan:
îdiakirin, Dozger, Demirtaş, Tirkiye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de