09:43 19 Hezîran 2018
Abdullah Gul

'Parlamenterên ku li dijî Abdullah Gul derketin li derveyê lîsteyê man'

© AFP 2018 / PETRAS MALUKAS
Tirkiye
Lînkê kurt
0 0 0

Parlamenterê CHPê yê Trabzonê Haluk Pekşen ku navê wî di lîsteya namzedan de cih negirt ragihand ku di CHPê de hemû kesên ku li dijî Abdullah Gul derketin hatin tesfiyekirin.

Parlamenterê CHPê yê Trabzonê Haluk Pekşen rexneyên tund li partiya xwe girt û got. "Dema ku di CHPê de navê Abdullah Gul ji bo namzediya serokomariyê derbas bû bi tundî li dijî derketim. Kesên ku li dijî Gul derketin hemû ji partiyê hatin tesfiyekirin."

Haluk Pekşen di berdewamiya axaftina xwe de got: "Wextê navê Gul hat bihîstin yê ku herî pêşî li dij derket ez bûm. Sê meh berê hişyariyeke ku ‘li dijî Gul dernekeve tê ji parlamenteriya xwe bibe'. Min guh nedayê. Di bernameyên televîzyonan de ez li dijî Gul derketim. Herî dawî mehek berê hişyariyeke din hat. Lê ez bi îsrar li dijî namzediyê derketim. Bi min re hemû kesên ku li dijî Gul derketibûn li derveyê lîsteyê man."

Bi heman mijarî:

Lîsteya CHP ya namzetên parlementeriyê diyar bû
CHP ji sê milan dadikeve sehayê
CHP roja înê namzedê xwe diyar dike
Gul: CHP û Partiya Saadetê bêyî IYI Partiyê namzediyê diaxivin
Erdogan bertek ji tifaqa CHP û IYI Partiyê re nîşan da: Ev felaketeke rastîn e
CHP: Leşkerên me têne kuştin û sûriyeyî jî kêfa xwe dikin
Etîketan:
CHP, Abdullah Gul, Enqere, Tirkiye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de