13:31 23 Hezîran 2018
AKP - 7ê Hezîranê

'Encamên anketan moralê AKPê xira dikin'

© Foto: AA/ Okan Özer
Tirkiye
Lînkê kurt
0 10

Nivîskarê Rojnameya Aydinlikê Ismet Ozçelik derbarê hilbijartinên 24ê Pûşberê yên serokomariyê û parlamenteriyê de eşkere kir ku encamên anketên tên lidarxistin di AKPê de moralan xira dike. Ozçelik, "Di pêvajoyên hilbijartinên berê de AKP ji aliyê psîkolojiyê ve herdem serdest bû, lê vê carê rewş cuda ye."

Nivîskarê Rojnameya Aydinlikê Ismet Ozçelik da zanîn ku di pêvajoya hilbijartina 24ê Pûşberê de herî zêde AKPê anket li darxistine û serokomar Recep Tayyip Erdogan encamên anketan baş tehlîl dike. Ozçelik got: "Kesên nêzî Erdogan pisporiya wî bi mînakan vedibêjin. Erdogan bertekan nişanî encamên ankêtên ku li gor berjewendiyên wî hatine amade kirin dike û nerazîbûna xwe ji rêvebirên şîrketan re vedibêje."

Ozçelik eşkere kir di AKPê de moral nebaş in, rêvebirên partiyê hêrsokî bûne û geşedanên di aboriyê de jî endîşeya krîzê zêdetir dike.

Li gor Ozçelik encamên anketan jî moralê AKP rast nekir. Li gor rojnamevanê nêzî AKPê ku ji Ozçelik re axiviye wiha gotiye: "Encamên anketan nebaşin, tevî hemû hemleyan serrastkirin pêk nehat, encamên anketan moralê rêvebiran xira dikin. Lê herkes di wê baweriyê de ye ku Reîs wê bikeve dewreyê û pirsgirêk çareser bibin. Lê pêvaşoya hilbijartinê ti hêviyê nade kesî."

Bi heman mijarî:

‘AKP, Gul û Davutoglu bi sûcdariya FETOyê tirsandin'
Gezici: AKP-MHP li parlamentoyê piraniyê bi dest naxe
Demirtaş: AKP piştgiriya xwe wenda dike û mirov ji AKPê aciz bûne
'Heke AKP serdestiya parlamentoyê bi dest nexe Erdogan dê biçe hilbijartinê'
‘40 şaristaniyan xirab nekir lê aniha AKP xirab dike'
Etîketan:
hêvîşikestî, moral, akp, hilbijartin, Ismet Ozçelik, Tirkiye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de